Di rojnameya The Guardian de îlana 'Ji Ocalan re Azadî'
Di rojnameya The Guardian de îlana 'Ji Ocalan re Azadî'
Di rojnameya The Guardian de îlana 'Ji Ocalan re Azadî'
Îmzagerên "Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî" îlan dan rojnameya The Guardianê. Di nava kesên îmze avêtiye îlanê de Antonia Negrî, Rêberê Tevgera siyaseta Baskê Arnaldo Otegi, Noam Chomsky, Immanuel Wallerstein û gelek navdarên din ji hene.
Rojnameya Îngîlîstanê ya herî navdar The Guardian rûpelê xwe ji îlananek nû re vekir. Rojnameya The Guardian, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 14 salin bi tena serê xwe li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye cih da îlana îmzagerên "Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî" û azadiya Oclana xwest. Îmzageran bi dnaxwaza azadiya Ocalan îlan da rojnameyê û daxwaza xwe ya azadiyê anîn ziman.
Di îlanê de ji welatên Îngîltere, Fransa, Almanya, Îtalya, Spanya, Danîmarka, Awûstûralya, Hindistan, Efxanistan, Îsrail, Vîetnam, Norweç, Belçîka, Kanada, DYA, Swîsre, Tirkiye, Qibrisa Başûr, Afrikaya Başûr, Komara Domînîk, Venezuella, Ekvador, Filîpînî, Şîlî, Iraq, Herêma Federal a Kurdistan, Herêma Baskê û gelek welatên cîhanê gelek nivîsar, rewşenbîr û siyasetmedarên navdar îmze avêtin îlanê.
Di metnê îlana "Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî" ya di rojnameya The Guardianê de wiha hat gotin: "Azadiya Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd ji bilî rêbaza leşkerî bi rêbaza aştiyê û diyalogê çareser bibe girîngiya jiyanî ye. Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi binpêkirina rêgezên hiqûqî yên navneteweyî anîn Tirkiyeyê û 14 salin li Îmraliyê ye. Li gel 14 sal derbaz bûn, pirsgirêka Kurd ji berê bêtir di rojevê de ye. Pirsgirêka Kurd di nava pirsgirêkên Rojhilata Navîn de pirsgirêka herî sereke ya nehatiye çareserkirine. Ji bo vê pirsgirêkê heta niha 40 hezar mirov hatin kuştin. Bi milyonan mirov penaber bûn. Ji bo mînak û serpêhatiyên berê ku karibin mirovan îqna bikin navdêr û zanyarên wekî Nelson Mandela, Gerry Adams, José Ramos-Horta and Aung San Suu Kyi gelek kesên din pêvajoya nû dan destpêkirin. Ocalan ji ket nava vê katagoriyê. Êdî pirsgirêka Kurd ji rêbaza leşkerî ber bi rêbazên siyasetê diçe. Rol û bandora Abdullah Ocalan li ser çareseriyê cihekî girîng digire. Piraniya kurdan li pişt Ocalan in. Di çareseriya şerê Kurd û tirkan de Ocalan kesekî jênegere. Ocalan di nava van şert û mercan de nikare rol û erka xwe pêk bîne. Jibo vê yekê jî divê şert û mercên wî bên başkirin. Azadiya Ocalan ji bo çareseriyê rolek û peyvirek girînîg û jiyanî ye.
Kesên îmze avêtin îlanê wiha ne: Antonio Negri, David Graeber, Noam Chomsky, Immanuel Wallerstein, Hans-Kristof von Sponeck, Arnaldo Otegi, Abdulla Peşêw, Şêrko Bêkes, Vedat Turkalî û gelek siyasetmedarên din.