Di roja 40’mîn de 3 şitlên azadiyê nehatin ji bîr kirin

Di roja 40’mîn de 3 şitlên azadiyê nehatin ji bîr kirin

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di roja 40’mîn de li bajarê Berlîn yê Almanyayê û Den Haag yê Hollandayê hatin bibîranîn. Bavê Sakîneyê Îsmaîl Cansiz got: “Serê me bilinde, em bitekoşîna wê birûmetîn.”

9’ê Çileyê li paytextê Fransa Parîsê ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez di roja 40’mîn de li bajarê Berlîn yê Almanyayê hatin bibîranîn.

Merasima bîranînê ya ji aliyê Meclisa Gel ya Berlînê ve pêkhat, bi sedan kes tevlîbûn. Di bîranînê de li gel wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û 4 welatparêzên Kurd yên di 15’ê Sibata 1999’an li ber Sefaretxaneya Berlîn ya Îsraîlê hatin qetilkirin hatin daliqandin, her wiha malbata Sakîneyê amade bû. Di merasima bîranînê de komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin, 4 Kurdên li ber Sefaretxaneya Îsraîlê di sala 1999’an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn.

BAV CANSIZ: EZ BI KEÇA XWE SERBILINDIM

Li vir bavê Sakîne Cansizê Îsmail Cansiz axivî û got: “ Keça min û hevalên wê her tim aştî xwestin. Sakîne aştîxwaz bû, alîgirê aştiyê bû. Lê belê gadarên qelaş nehêla, ew qetilkirin. Wê ji bo gelê xwe tekoşîn meşand û cane xwe da. Em bi wê serbilindin birûmetin.”

Ji malbatê Mehmet Bayraktar jî destnîşan kir ku, “Wê muhra Kurdîniyê li zendeka me daye. Tekoşîna wê Kurdînî ji tevayî cîhanê re ragihand. Êşa me mezine, lê belê em xemgîn nabin, ji ber ku serê me pê bilinde.” Ahmet Acar yê ji bo protesto kirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Sefaretxaneya Îsraîlê tevlî xwepêşandanê bû û hate qetilkirin birayê wî Kazim Acar jî diyarkir ku, şehîd nirxên Kurdan yên netewî ne ji ber wê çendê pêwîste em xwedî li şehîdan derbikevin.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd yên li Ewropayê jî di axaftina xwe de peyama dê tekoşîna rê hevalên xwe bidin berdewam kirin da. Bîranîn bi duayên Pîr Elî Baba bidawî bû.

3 ŞOREŞGER LI DEN HAAG’Ê HATIN BÎRANÎN

3 siyasetmedarên jin yên Kurd li bajarê Den Haagê yê Hollandayê hatin bibîranîn. Li bajarên derdor jî tevlîbûn çêbû. Ji endama Koma Destpêkê ya Aştiyê Dîlek Kurt axivî û got; “ Êdî Parîs ji bo me Parîsa bixwîne.” Kurt balkişand ku, ne tenê Kurdan derdorên Tirkiyeyî û Ewropayî jî xwedî li sê jinên Kurd yên siyasetmedar derketin û bang li jinan kir: “Yên ku ev trawma bi me dan jiyan kirin, pêwîste em zêdetir bi hev ve bêne girêdan, zêdetir xwedî li nirxên xwe derbikevin û bersiva pêwîst bidinê. Em dê hevala xwe Sakîne û 2 rêhevalên xwe dê bi azadkirina gelê Kurd û jina Kurd bitac bikin.”

Endamê KNK’ê Nîzamettîn Togûç jî got; “Li ser şehîdan axivîn gelek zehmete. Bila dilê şehîdên me rihet be, nirxên ku wana avakirine em dê xwedî lê derbikevin.”

Serokê Lijneya Pîran ya Federasyona Elewiyên Demokratîk Pîr Riza Yagmûr jî da zanîn ku, ew di temenên biçûk de Sakîne Cansizê nas dike, ew dê di40’mîn roja jiyana xwe ji dest dayî duayan ji Wê re bike. Yagmûr destnîşan kir ku, “Ew endamên qendîla qudretin. Yên biçin kesên mafê xwe dixwazin bikujin, bên kuştin ne şehîdin, yên mafê xwe dixwazin şehîdin, 3 jinên Kurd di mertebeya şehîdan de ne.”

Piştre birayê Sakîne Cansizê Metîn Cansiz axivî. Cansiz got: “Ji ber ku ji ber tevger û çavên we ez pê bawerim heman tiştan hîs dikîn, ez nikarim tiştekê bêjim. Ez pir sipas dikim ku hûn li gel minin.

Piştî axaftinan Pîr Riza Yagmûr dua xwend.