Di roja 200'î de têkoşîna adaletê ya Malbata Şenyaşar

Malbata Şenyaşar dema ku dibêje ew ê heta dawiyê têkoşîna dadmendiyê bidomînin, ne hema wiha bi gotinê dibêje, berxwedana 200 rojî destnîşan dike û wiha dibêje.

Malbata Şenyaşar ev 200 roj in li ber Edliyaya Rihayê ji bo dadmendiyê têdikoşe. Malbata hewl dide yên ku ji komkujiyê filitîne li hev ragire. Ji bo xizmên xwe yên li girtîgehê li ber xwe dide. 

Malbata Şenyaşar ev 40 sal in li navçeya Pirsûsê ya Rihayê esnafî dikir. 14'ê Hezîrana 2018'an bi fermana endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP'ê, namzetê wekîltiyê yê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yildiz êrîş çûbû ser wan. Yildiz dema xebatên hilbijartinê li esnafan digeriya û ji di dikana Şenyaşaran de ji Şenyaşaran pirsîbû, ''Daxwazeke we heye?'', Şenyaşar jî kesên ku bi Yildiz re digeriyan destnîşan kiribû, gotibû, ''Dengê xwe li yên li derdora xwe bikin Şêniyên bajêr aciz dikin. Gotinê ji jin û keçikan re dikin. Bila me reht nekin''. Li ser vê Yildiz ê AKP'yî dema ku ji dikanê derketibû bi îşareta çavan fermana 'êrîş'ê dabû kesên li derdora xwe. Xizm û alîgirên Yildiz ê AKP'yî Fadil, Adil, Mehmet, Ferît û Celal Şenyaşar ê ku li dikanê bûn birîndar kiribûn. Şenyaşar ê ku bi birîndarî rakiribûn nexweşxanê, li nexweşxanê ji hêla xizmên Yildiz ve bi hovîtî hatibûn qetilkirin.

Bav Hacî Esvet û dayik Emîne Şenyaşar dema ku bi rûdanê hisiyan çûbûn Nexweşxanaya Dewletê ya Pirsûsê. Li nexweşxanê xizmên Yildiz êrîş birn ser Hecî Esvet û Emîne Şenyaşar. Xizmên Yildiz daayik Emîne Şenyaşar ber bi jinan tehd dabûn, gotibûn, ''Ev jin e, bila jin vê bikujin'', bav Hecî Esvet kirin nav xwe û bi amûrên birek û çekan ew kuştin.

Fadil Şenyaşar ji bo ku ji hêla malbata Yildiz ve neyê kuştin ji nexweşxaneyê birin nexweşxaaneyeke dî, herî dawî birin Amedê û li wir hate tedawîkirin. Tedawiya wî hê xilas nebûyî hate girtin û ji wê rojê ve li Girtîgeha Xarptêtê, di hicreyeke yek kesî de tê hiştin.

Dayik Emîne Şenyaşar roja ku malbata wê li ber çavê wê hatî kuştin her roj dijî. Ev ji 3 salan zêdetir e, hema hema her roj digirî. Ji ber girî nexweşî li çavên wê peyda bûne. Emîne Şenyaşar ev 200 roj in bi kurê xwe Ferît re di navbeyna Pirsûsê û avahiya edliyê ya Rihayê de diçin û tên. Daxwaza wan jî ew e ku Fadil were berdan. Ji ber ku, bêyî ku delîlên berbiçav hebin kuştina yek ji malbata Yildiz kirin sukra Fadil. Guleya ku ji laşê ê kuştî hate derxistin, çeka wê nehate dîtin. Li gel ku çek li holê nîne jî dadgehê  sûc li Fadil Şenyaşar briî û 37 sal ceza dayê. Ji ber vê daxwaza 'adaletê' ya li ber edliyê daxwazeke biheq û hiqûqî ye.

Malbata Şenyaşar her roj 50 km li pey xwe dihêle û tê ber avahiya edliyê, piştî ku saetên mesaiyê diqede malbata êvarî diçe mala xwe. Nav rojê hin kes û derdor ji bo malbatê dibin piştevan. Ne tenê ji Rihayê, hema hema ji hemû deverên Kurdistanê û Tirkiyê mirov tên piştevaniya malbatê dikin .Ji Ewropayê jî şande tên û destekê didin malbatê. Rêxistinên civaka sivîl, parityên siyasî, rêxistinên ekolojiyê, parêzerên mafê jinan, nûçegihan, komele, kesên bi nasnameya çepgir, sosyalîst, muxalîf tên serdana malbatê dikin û desteka xwe diyar dikin.

Rojekê dema ku me rojeke malbatê dişopand, ji Izmîrê mînîbûseke Dayikên Aştiyê hatibû. Ji bo ku destekê bidin têkoşîna Emîne Şenyaşar hatibûn. Çawa ku ji mînîbûsê peya bibin diyar bû ku êş û têkoşîna dayikên aştiyê û ya dayika Emîne yek .Çavê dayikan tije bûbû lê dîsa bi xwe karîn. 

Nûçegihan êdî bi baldarî nêzîkatî li Emîne Şenyaşar dikin. Ji ber ku, her dema ku diaxive roja komkujiyê dîsa bi bîra wê tê û hêstirên çavê wê diherikin. Zarokên wê jî êdî naxwazin dayika wan biweste. Ji ber vê em jî bi kurê wê Ferît Şenyaşar re diaxivî, têkilî berxwedana 200 rojî pirsa daxwazên wan dikin.

Ferît Şenyaşar beriya komkujiyê mamostetiya demkî dikir. Piştî ku bav û birayên wî hatin qetilkirin xwe daye têkoşîna adaletê li gel dayika xwe. Ferît û diya xwe ev ji 3 salan zêdetir li gelek deriyan dabûn û daxwaza xwe ya ji bo adaletê ji bo gelek saziyan ragihandibûn. Herî dawî li ber Edliyaya Rihayê nobeta adaletê dane destpêkirin û ji bo birayê wî Fadil were berdan dest bi berxwedanê kiriye.

Di nav 200 rojî de 5 caran hatiye destgîrkirin, êşkence lê hatiye kirin, bi gotina wî her cure nehihqûqî dîtiye.

Herî dawî bêyî destûra dozger hatiye destgîrkirin. Fertî têkilî vê got, ''Rayedarên polîsan, bêyî ku haya dozger jê hebe, navê wî bi kar anîn û em destgîr kirin. Dema ku em bi vê hisiyan di cih de me gilî li dozgeriyê û walitiyê kir. Ev mûdûrê şûbeya ewlehiyê yê ku fermana vê dayî ji peywirê hate standin.''

Têkiilî serdanên piştevaniyê Ferît dibêje ev wan motîve dike, hêzê dide wan û got, ''Dema ku li ber edliyê me dest bi vê têkoşîna adaletê kirî, me bîr nebirû ku ew qasî bidome. Ji ber ku îdîa ew e ku dewleta Tirk dewleteke hiqûqê ye. Me jî digot, heke ev rast be wê daxwaza me ya ji bo dadmeniyê bi cih wer û em ê jî vegerin mala xwe. Lê serdozger û dozgerên din li şûna ku vê daxwaza me ya biheq bi cih bînin ketina nav wan hesban ku wê çawa me ji ber edliyê dûr bigirin û dengê me bibirin.''

Malbat du tiştan dixwaze. Ya pêşî; qeydên kamereyê yên komkujiya li nexwexanê tevlî dosyayê bibin. Ya duyan, Fadil Şenyaşar ê ku bi rengekî nehiqûqî tê girtin demildest were berdan. Hêstirên çavan ê malbatê dibe ku heta hetayê nesekine lê ku ev daxwaza wan bi cih were belî bi şev dema ku serê xwe li ser balgih danîn bi hinekî dilê wan rehet be. Dema ku malbata Şenyaşar dibêje ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin, ne hema wiha bi gotinê dibêje, çalakiya xwe ya 200 rojî destnîşan dikin û wiha dibêjin.