Di rapora mafê mirovan a DYA’yê de Tirkiye tund hat rexnekirin

Di rapora mafê mirovan a DYA’yê de Tirkiye tund hat rexnekirin

Di Rapora Mafê Mirovan a 2012’an de ya ku ji aliyê Wezareta Karê Derve ya DYA’yê ve hate weşandin de li hemberî Tirkiyeyê rexneyên tund hatine kirin. Di raporê de di mijarên wekê pergala edeletê ya welat, azadiya ramanê, înfazên bê daraz, êrîşên li hemberî çalakiyan û kuştinên jinan de polîtîkayên hikûmeta Enqereyê bi awayekî tund hat rexnekirin.

Rapora ku her sal ji aliyê wezaretê ve tê weşandin û rewşa mafê mirovan ya hemû welatên cîhanê digire nava xwe li hemberî Tirkiyeyê îfadeyên vekirî, yên wekê qanûnên ‘dij-terorê’ û pêknehatina edeletê  hate bibîrxistin. Di raporê de hat diyar kirin ku, bi reformên darazê bi hezran kes niha di girtîgehan de û li benda tehliyekirinê ne û ligel vê dadger rewşa wan a girtî didomîne. Di raporê de doza KCK’ê jî di vê çarçoveyê de hat dest girtin.

Di raporê de hate diyar kirin ku, veşartina lêpirsinê astengiyê li pêş gihiştina delîlan digirin û ev yek jî pêşî li parastina  gûmanbaran digirin.

Her wiha di raporê de hate diyar kirin ku, heta ku li welat oto-sansur hebe  dê pêkanînek belavkirî hebe û  azadiya çapemeniyê bê astengkirin. Hat diyar kirin ku, di nava wan de serokwezîrê Tirk Erdogan jî heyî lîderên ew rexne bikin dê bidin dadgehê.  

Di raporê de hate diyar kirin ku, hikûmet di warê parastina, jin, zarok û hevzayendan de kêm dimîne û hat gotin ku li Tirkiyeyê înfazên bê daraz jî hêj pirsgirêkek gelek girînge.