Di qezaya li Mûglayê de 25 kes birîndar bûn
Otobusa xwendekaran qeza kir û di encamê de 25 kes birîndar bûn.
Otobusa xwendekaran qeza kir û di encamê de 25 kes birîndar bûn.
Li navçeya Ortaca ya Mûglayê otobusa ku xwendekarên dibistana navîn têde bûn, li mevkiya Gocek a li ser rêya Fethiye-Mûglayê qulipî. Di qezayê de ajokar, 2 mamoste û 22 xwendekar birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku birîndar birin nexweşxaneyên li derdor, jiyana ti kesê di xeteriyê de nîne.