30’ê Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê 4 jê jin bi giştî 7 endamên malbata Dedeogûllari yê ji Qersê, ji aliyê êrişka Mehmet Altûn ve li mala xwe hatibûn qetilkirin.
Piştî qetlîamê Mehmet Altûn û 12 kes ji malbatên Keleş û Çalik ku weke kujer ji bo qetlîamê sorkiribûn tên naskirin hatin girtin. Piştre dadgehê biryara berdana 8 kesan dabû.
2 GİRTÎ MAN
Îro di encama îtîraza hatî kirin de xwişka faîl Mehmet Altûn Ayşe Keleş, hevserê wê Lutfî û kurê wan Alî Keleş ku weke girtî dihatin darizandin, dadgehê biryara berdana wan da.
Di doza qetlîamê de di encama îtîraza ku li dadgehê kirin de tevî biryara berdana 3 kesên din hat dayin, di çarçoveya dozê de faîl Mehmet Altûn û biraziyê wî Îbrahîm Keleş girtî man. Bi vî rengî hê rûniştina destpêkê ya dozê nehatî kirin, di çarçoveya dozê de 11 kes hatin berdan.
2 kes girtî man, yeykemîn rûniştina ji bo dozê wê 14’ê Kanûnê li 4’mîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê were kirin.