Di pevçûnên Sûriyeyê de 31 leşker bi giştî 75 kes mirin

Di pevçûnên Sûriyeyê de 31 leşker bi giştî 75 kes mirin

Li deverên cuda yên Sûriyeyê di navbera rayedarêwn hikûmet û komên çekdar de pevçûn pêk hatin û di pevçûnan de 75 kes hatin kuştin. Hat hînbûn ku fermandarê Tugaya Tevhîd  Abdulkadîr Salih ku rejîma Esad ji bo kuştina wî 200 mîlyon Dolar xelat danîbû, jî hatiye kuştin.

Di 3erîşa bombeyî ya ku komên muxalîf li nêzî Şamê li dijî kişlayê pêk anî de 30 kes mirin û di operasyonên yekineyên hikûmetê de jî 44 kes mirin.

Pevçûnên ji protestoyên adara 2011’an dest pê kir û heta îro didome de, roj bi roj nûçeyên mirinê zêdetir dibin. Li Şam û Halebê agahiyên pevçûnên dijwar kêm nabin.

li gorî Mala Çavderiyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Londonê ye û çavkaniya ajansên nûçeyên Rojavane, li taxa Harastan a Şamê, kişlayek hedef hatiye girtin û li gorî daneyên destpêkê 4 general bi giştî 31 leşker mirine.  Mala çavderiyê da zanîn ku avahî bi giştî hilweşiyaye.

BI HEZARAN PENABER DERBASÎ LUBNANÊ BÛN

Mala Çavdêriyê da zanîn ku  Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) herêma ku tamîratxaneyên wesayîtên leşkerî yên banliyo Haresta Şamê lê ye girtine bin kontrola xwe û muxalîfên çedkar wendahiyên mezin dane  hêzên rejîmê. Hate diyar kirin ku ji ber operasyona artêşa Sûriyeyê ya li hemberî herêma başurê Şamê gel reviyaye navenda bajar.

FERMANDARÊ KU XELAT DANÎN SER HAT KUŞTIN

Li aliyê de hate hînbûn ku fermandarê  Tugaya Tevhîdê Abdulkadîr Salih ku rejîma Esad ji bo kuştina wî 200 mîlyon dolar xelat dabû, hatiye kuştin. Çavkaniyên rojava Tugaya Tevhîd y ku Abdulkadîr Salih li ser bû wek koma herî mezina muxalîf pêşkêş dikir. Hat hînbûn ku Salih di 14’ê mijdarê de di êrîşa balafirên şer yên Sûriyeyê de li biryargeha Tugaya Tevhîd a Halebê hatiye kuştin.

Li gel Şam û derdora wê, li Qara ya sînorê Lubnanê jî pevçûnên dijwar tên jiyîn. Li gorî daneyên NY’ê ji 2011’ê heta niha ji 100 hezarî zêdetir kes mirine.

DI OPERASYONA HIKÛMETÊ DE 44 KES MIRIN

Mala Çavderiyê Mafê Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku di êrîşên artêşa rejîmê de li seranserê welat, 3 jin, 2 zarok bi giştî 44 kes hatine kuştin.

Di encama operasyonan de li Halebê 12, li Dera 10, li Şamê 6, li Hama 5, li Îdlîb 5, Humusê 4, Deyruz Zor û Lazkiyê jî her yekê yek miriye.

Rayedarên NY’ê da zanîn ku di du rojên dawî de bi hezaran penaberên Suriyê sînor derbas kirine û çûne Lubnanê.