Di Pênçşema Reş de komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Di Pênçşema Reş de komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Di Pênçşema Reş de komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li navçeya Peyasa Amedê, navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê, navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê çalakiyên Pencşema Reş hatin lidarxistin. Di çalakiya pencşema Reş de qetilkirina ciwanê 19 salî Şahîn Oner 15'ê Sibatê hat şermezarkirin.
Li navçeyên Pirsûs, Wêranşar, Dêrik Qoser û Peyasa Amedê di çalakiyên Pencşema Reş de 15'ê Sibatê û qetilkirina Şahîn Oner ê ji aliyê polisan ve hat kuştin hat şermezarkirin. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di hefteya 158'an de koma di navde reveberên BDP'ê û xebatkarên şaredariyê li hev civîyan û li ber avahiya Şaredariyê çalakî pêk anîn. Koma ku xwest siyasetmedar û şaredar serbest bên berdan 15'ê Sibatê şermezar kirin. Nûnerê Genel Îşê yê Pirsûsê Fevzi Baydan daxuyanî xwend û 15'ê Sibatê şermezar kir û helwesta Waliyê Amedê û polîsan şermezar kir.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî bi heman armancê li taxa Kişla ya Wêranşarê li ber avahiya Şaredariyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de Hevserokê BDP'a Wêranşarê BDP'ê Halis Aktaş, daxuyanî xwend û 15'ê Sibatê roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar kir. Aktaş, qetilkirina ciwanê 15 salî ku ji aliyê polîsan ve jîhat qetilkirin şermezar kir û xwest bi lezgîn bûyer bê ronîkirin. Çalakî ji bo şermezarkirina 15'ê sibatê deqeyek rêz girt.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî bi heman armancê li ber avahiya Şaredariyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyê Şaredar Çaglar Demirel û pankarta "Vîna me rûmeta me ye û Rûmeta me rastiya jiyana me ye" hat vekrin. Endamê Meclisa Şaredariyê Hacı Gokalp, daxuyanî da û 15'ê Sibatê û qetilkirina Şahin Oner şermezar kir.
Piştî çalakiyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidaristin.
Li navçeya Qoserêya Mêrdînê jî bi heman armancê bi tevlêbûna xebatkarên şaredariyê û nûnerên BDP KURDÎ-DER, KESK, DÎSK, nûnerên saziyên sivîl ên civakî li ber avahiya Şaredariya Qoserê li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Nûnerê SES'ê ya Qoserê Emrullah Acar, 15'ê Sibatê şermezar kir.
Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.
Li Peyasê di hefteya 156'an de dîsa xebatkar û personelên şaredariyê li hev kom bûn û xwestin şaredar û siyasetmedar serbest bên berdan. Di çalakiyê de li ser navê komê Dr. Şemsettin Koç daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir. Koç anî ziman ku dê di 24'ê Sibatê de Komxebata aştiyê pêk bînin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
'GIRTIYÊN ŞOREŞÊ NAYÊN DÎLGIRTIN'
Li Wanê jî di çalakiya Pencşema Reş de bi tevlêbûna rêveberên Tum Bel- Sen BDP, TUYAD-DER, ÎHD, Wekilên Şaredarê Wanê, DÎSK, Genel-Îş, SES û gelek welatiyên din li ber avahiya Şaredariya Wanê kom bûn û daxuyanî dan. Komê di çalakiyê de pankarta "Vîna gelê ne dîl nayê girtin, Li vîna xwe xwedî derkeve û biqîre" vekir û bê navber siloganên “Girtiyên şoreşê nayên dîlgirtin" berz kirin Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.