Di Pêncşema Reş de êrîşa polîsan ya li Taksîmê hate şermezar kirin
Di Pêncşema Reş de êrîşa polîsan ya li Taksîmê hate şermezar kirin
Di Pêncşema Reş de êrîşa polîsan ya li Taksîmê hate şermezar kirin
Li Dêrîk, Wêranşar, Pirsus, Peyas û Erdîşê çalakiyên "Pençşema Reş" ên ku her hefte bi armanca siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan tên lidarxistin pêk hatin. Di çalakiyan de mudaxeleya polîsan a li dijî pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya Taksîmê hate şermezarkirin û bang kir ku, Wezîrê Navxweyî, Waliyê Stenbol û Midûrê Polîsan ê Stenbolê îstîfa bike.
Çalakiyên "Pençşema Reş" ên her hefte bi armanca serbestberdana siyasetmedarên Kurd û şaredarên BDP'î yên di çarçoveya operasyonên bi navê "KCK'ê" hatin girtin pêktên hatin lidarxistin. Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê çalakî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Wekîlê Şaredar Dogan Ozbahçeçî, rêveberên BDP'ê û nûnerên sendîkayan tevlî çalakiyê bûn. Li navçeyên Wêranşar û Pirsusê yên Rihayê ji bi heman armancê li ber avahiyên şaredariyê çalakî pêk hatin. Rêveberên BDP'ê, wekîlên şaredaran, nûnerên sendîkayan û xebatkarên şaredariyan tevlî çalakiyan bûn.
Li navçeya Peyasê ya Amedê ji bi herman armancê çalakî pêk hat û li bajaroka Eganisê ya navçeya Erdîşê ya Wanê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Di çalakiyan de wêneyên şaredarên hatin girtin hatin hilgirtin û pankart hatin vekirin. Di çalakiyan de daxuyanî hatin xwendin. Di daxuyaniyanan de li dijî êrîşa polîsan a li Taksîmê li hember kadkaran hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "Duh 1'ê Gulan Cejna Karkeran bû. Duh cejna kedkaran a li dijî neheqiyan, daxwaza mafan û li hemberî metîngeriya kedê bû. Dîsa duh li Stenbolê hikûmetê li hemberî karkeran rewşa awarte îlan kir. Kolan hatin girtin û rê ji trafîkan hatin girtin. Qada Taksîmê hate dagirkirin. Karker bi hovane rastî êrîşa polîsan hatin. Bi sedan kedkar û karker di êrîşa polîsan de birîndarbûn. Bi sedan karker hatin binçavkirin. Avahiyên sendîkayan û nexweşxane rastî bombeyên gazê yên polîsan hatin. Em weke kadkarên Kurd hikûmet û barbariya polîsan bi tund şermezar dikin.
Piştî daxuyaniyan çalakiyên rûniştinê pêk hatin.