Di Parlamentoya Îngîlîz de civîna der barê DAIŞ de

Di Parlamentoya Îngîlîz de civîna der barê DAIŞ de

Nûnerê PYD’ê yê tevlî civîneke li Parlamentoya Îngîlîz bû, diyar kir ji sala 2012’an ve têkildarî DAIŞ hişyariyan dikin. Mamosteyê Koleja Kîng’s Bîll Park jî diyar kir ku pêwîst e welatiyên rojavayî nêrîna xwe ya der barê PKK’ê de biguherin.

Di parlamentoya Îngîlîz de têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ civînek hat lidarxistin.

Di civîna ku meha buhrî ji aliyê The Centre for Kurdish Progress (Navenda Lêkolînan a Kurd) hat organîzekirin û parlamenterê Hackney Meg Hîllîer malovaniya wê kir bi serenava: “Krîza Iraq: Tifaqên kes ne li bendê û îxtîmalên mudaxeleya leşkerî” pêk hat.

Nûnerê Îngilîstanê yê PYD’ê Dr. Alan Semo yê di civînê de axivî, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ ên hema piştî şoreşa Rojava destpê kirin bi bîr xist û diyar kir ji sala 2012’an ve raya giştî ya navneteweyî û Tirkiyeyê di mijara DAIŞ de hişyar dikin. Semo got ku ji ber ti bersiv ji hişyariyên wan re nehatin, îro berdêlên pir mezin tên dayîn. Semo bal kişand ser alîkariya Tirkiyeyê ya ji çeteyan re û wiha got: “Tirkiyeya ku xebatkarên wê yên Konsolosxaneya Mûsilê rehîn hatin girtin naxwaze tevlî pêvajoyê bibe. Bi taybet kesên ji welatên rojava tên di sînorên Tirkiyeyê re derbas dibin û xwe digihînin herêmê. Hêzên otorîter ji bo wan rawestînin tiştekî nakin. Tevî derfetên xwe yên bi sînor jî em hewl didin gelên li herêmê biparêzin û ji bo wê em têkoşîneke mezin didin.

Wezîrê Berê yê Parastinê Dr. Lîam Fox diyar kir ku DAIŞ di serî de ji welatên Korfezê û ji gelek herêman alîkariyê digire û ji bo ew alîkarî qut bibe divê Îngilîstan polîtîkayeke aktîf bişopîne.

Mamostayê College King’s Bill Park ê têkildarî xebatên xwe yên der barê Tirkiyeyê de tê naskirin, di parlamentoyê de mafê axaftinê girt got ku pêwîst e welatên rojavayî nêrîna xwe ya der barê PKK’ê de li berçavan re derbas bikin. Park diyar kir eger têkiliyên bi PKK û PYD’ê re li berçavan re bên derbaskirin di fêmkirina şert û mercên berê û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de wê bi sûd be.

Yek ji nivîskarên rojnameya Independent Patrîck Cockburn jî bang kir ku Tirkiye sînorên xwe ji çeteyên DAIŞ re bigire.