Di operasyonên qirkirina siyasî de 20 kes hatin girtin, 10 kes hatin binçavkirin
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, di operasyonên qirkirina siyasî yên konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin, 20 kes jî hatin girtin.
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, di operasyonên qirkirina siyasî yên konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin, 20 kes jî hatin girtin.
Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Li Îdir, Antalya, Wan, Agirî û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
ÎDIR
Li Îdîrê polîs û leşkeran li navenda û navçeya Tozan û bajarokê Xoşxeber bi ser malan de girt. Di encama operasyona polîs û leşkeran de Hevşaredara Îdîrê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozan Mehmet Gultekîn, Hevşaredarê Bajarokê Xoşxebar Alî Çam, Evserokê Meclîsa Giştî ya Bajar A. Kadir Özsular, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Îdîrê yê berê Zübeyde Kaynar, endamên meclîsa şaredariyê Temur Kavli û Saniye Çark, Endamê meclîsa giştî M. Sıddık Kırang û Rêveberê DBP'ê yê Tozan Hüseyin Yiğit hatin binçavkirin.
Bijarteyên DBP'ê bi hinceta tevlî çalakiya mertalên zindî bûn hatin binçavkirin û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Tozan û Qereqola Jendermeyan a Bajar.
ANTALYA
Li Antalyayê roja 5'ê Cotmehê di encama serdegirtina malan de 19 xwendekarên HDP'î hatibûn binçavkirin û piştî kar û barê wan ê li midûriyeta polîsan qediya di bin dorpêça hêzên polîsan de ew anîn edliyeyê. Xizmên xwendekaran hatin ber edliyeyê bênavber dirûşmên "Em ji girtin û binçavkirinê natirsin" û "Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe" berz kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê 8 xwendekar serbest hatin berdan û 11 xwendekar jî bi daxwaza girtinê şand dadgehê. Dadgehê jî bi hincetên "endamên rêxistinê ne" û "propagandaya rêxistinê kirine" biryara girtinê da û ew birin Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê. Her wiha peyamên parêzer Hakan Evcî yê der barê xwendekaran de li ser hesabê xwe yê tora civakî weşandibû wekî sûc hat dîtin.
Xwendekarên hatin girtin navê wan wiha ye: "Harûn Irmak, Mizgîn Ozer, Ramazan Memîş, Rezan Cengîz, Ûgûr Devran Oner, Şakir Taş, Emîne Parlayan, Firat Goktepe, Hakan Şîmşek, Mehmet Hadî Bayhan, Suleyman Keskîn.
WAN
Hevşaredara navçeya Wan Qerqeliyê Handan Bagci û Alîkarê Hevşaredaran Okan Bayram, li ser dijderketina dozgeriyê careke din hatin binçavkirin û hatin girtin. Polîsên ku danê sibehê hatin şaredariyê, ji ber îtiraza dozgeriyê ya li biryara dadgehê, Bagci û Bayram binçav kirin.
Endamê Meclîsa Şaredariyê Kasim Hazir jî li kolana Ataturk hat binçavkirin. Bagci, Bayram û Hazir ê ji sedî 70 astengdar e, derxistin pêşberî 1. Dadgeha Ceza ya Asliye. Dadgehê bi hinceta "li ser navê rêxistinê sûc kirine", "li hemberî karmendê wezîfedar derketine" û "zerar dane mal" Bagci, Bayram û Hazir girt.
Di vê navberê de, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Artemêtanê Recep Gultepe duh ji aliyê polîsan ve hatibû binçav kirin. Gultepe bi îddîaya ku "endamê rêxistinê" ye li dadgehê hate girtin.
AGIRÎ
Li navçeya Agirî Patnosê, tîmên tevgera taybet duh avêtin ser malan. Di serdegirtinan de B.D. ê 17 salî û welatiyên bi navê Ferdî Konaç, Mahsûn Ûzan û Îbrahîm Ûzan binçav kirin. Welatiyên hatin binçavkirin piştî ragirtina li emniyetê birin edliyeyê. Dozgeriyê her çar kes bi daxwaza girtinê radestî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir û dadgehê jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ew girt û şand GirtÎgeha Tîpa M ya Agirî.
Li navçeya Tûtaxê jî, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Bulent Ogûl ê duh danê sibehê hatibû binçavkirin, bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" hat girtin.
Abdullah Demîr ê ku li gundê Gamêşvan jî hat binçavkirin, tê payîn ku îro derkeve pêşberî dozger.
RIHA
Li navçeya Riha Pirsûsê, polîsan avêtin ser malan û di encamê de Mehmet Gozan Otgun girtin binçavan. Hat ragihandin ku Otgun ê sedema binçavkirina wî nehat zanîn birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
ENQERE
Li Enqereyê roja 6'ê Cotmehê di nava wan de rêveber û endamên HDP'ê jî hebûn 24 welatî di encama operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin. Îro welatiyên binçavkirî derxistin edliyeyê û piştî îfadeya dozgeriyê endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Haci Mehmet Bozdag, endama DAD'ê Hatîce Çevîk, Osman Konukçu, Şahîn Bardakçi, Elîf Aydin û Cebraîl Aslan bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.