Di Nimêjên Înê ya Sivîl de 15'ê Sibatê hat şermezarkirin

Di Nimêjên Înê ya Sivîl de 15'ê Sibatê hat şermezarkirin

Çalakiyên Nimêjên Sivîl ên Înê vê hefteyê jî berdewam kir. Di vê hefteyê de 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê hat şermezarkirin.

Di Nimêja Sivîl a Înê ya vê hefteyê bi boneya 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li Amedê li Sûka Zikê Erdê ya Selahattin Eyyûbî, li Nisêbînê li Baxçeyê Navenda Çanda Mitannî, li Sêrtê li avahiya BDP'ê ya Sêrtê, li navçeya Farqinê li ber Mala Sersaxiyê ya Navendî, li navçeya Silopiyê li Qada pêş avahiya BDP'ê, li Şirnexê li pêş avahiya BDP'ê, li Êlihê li Baxçeyê Şaredariya Êlihê, li Wanê li Otoparkê li Colemêrgê li avahiya BDP'ê ya Colemergê, li navçeyên Melezgîrt, Kopê , li Manîsayê jî li salona Konferansê ya Mûsa Anter a avahiya BDP'ê ya Tûrgûtlûyê nimêjên sivîl ên înê hatin kirin.

Di nimêjên înê de dîsa bi hezaran kes li heman qadan li hev kom bûn û ref girêdan. Meleyên ku li pêş girseyê nimêj kirin bi Kurdî weaz dan û 15'ê Sibatê Şermezar kirin.