Di nimêjên înê de ji peyama Ocalan re piştgirî
Di nimêjên înê de ji peyama Ocalan re piştgirî
Di nimêjên înê de ji peyama Ocalan re piştgirî
Li Amed, Sêrt, Mêrdîn, Wan, Êlih, Comêrg û Rihayê bi hezaran welatiyan nimêjên înê yên sivîl kirin. Di nimêjên înê yên sivîl de pîrozbahiya Newrozê ya duh li Amedê pêk hat, hate vegotin û piştgîrî dan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pîrozbahiyê de hate xwendin.
Li Amedê li Suka Binerde ya Selahattîn Eyyubî ya li Qada Derê Çiyê, li Farqînê li Mala Şînê ya Navendenî, li Sêrtê li qata bi ser avahiya BDP'ê ya Sêrtê, li Şirnexê li konê li ber avahiya BDP'ê ya Şirnexê hate vedan, li Sîlopî li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê, li Cizîrê li Mala Şînê ya Gel a Şaredariyê ya li taxa Cudî, li Hezexê li Parqa Aştiyê, li Êlihê li baxçeyê çayê yê Şaredariyê, li Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî, li Qoserê lli Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya, Serêkaniyê li avahiya BDP'ê ya Serêkaniyê, li Wanê li înşata Otoparqa Şaredariya Wanê, li Colemêrgê li otoparqa li ber avahiya BDP'ê ya Colemêrgê û Milazgirê li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.
Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz dan. Piştî rewaşa hewayî geribû welat gelek zêde tevlî nimêjan dibin û li gelek qadan cihê ku welatî lê nimêjê bikin teng ma. Melayan di weazên xwe de diyar kirin ku ew peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destek dikin û xwest ev pêvajo ji bo hemû mirovahiyê û gelan bibe wesîla xêrê û wiha gotin: "Bila çek bêdeng bibin û xwîn neyê rêjandin. Êdî bes e hêstirê çavên dayikan rijiyan. Pêwîste dewlet jî weka kurdan bi gavên cidî alîkariyê bidin pêvajoyê. Ev pêvojo tam pêvojaya tifaqî, biratî û hev girtinê ye. Bila her kes li gorî hesaseyeta pêvajoyê tev bigere.” Piştî nimêjê bi hezaran welatî li pey melê xwe rêz girtin."