Di Newroza Antalyayê de siyasetmedarên Kurd ên girtî hatin silav kirin

Li Antalyayê agirê Newrozê bi silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetmedarên Kurd ên girtî hate pêxistin.

Newroza Antalyayê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” li pêşiya Eywana Sporê ya Turgut Ozal, bi tevlibûna bi hezaran kesan û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir. Bernameya Newrozê bi axaftinên Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Antalyayê Ahmet Kaya û Hulya Hasbay berdewam kir.

Kaya, diyar kir ku berpirsyarê hilweşîna di erdhejê de desthilatdariya AKP’ê ye û wiha got: “Em dibêjin ku dê desthilatdariya AKP-MHP’ê di sindoqê de têk biçe. Armanca me komara demokratîke û em ê vê armanca xwe pêk bînin.”

Piştre jî Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, endama MYK’a HDP’ê Sûltan Ozcan, rêveberên rêxistina HDP’ê yên navend û navçeyan, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Antalyayê Mûstafa Vakît û Ozlem Bahadir derketin ser dikê û li gel tevahiya pêkhateyan agirê Newrozê vêxistin.

Piştî vêxistina agirê Newrozê jî Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Antalyayê Mûstafa Vakît axivî û ev tişt anî ziman: “Tiştên ku em dijîn qeder nîne, encama qetilkirina xwezayê ye. Em ê bi agirê Newrozê têkoşîna xwe mezintir bikin û vê desthilatdariya rantxwir û terorîst biavêjin sergoyê.”

Piştre jî Koma Muzîka Zarokan a Aryenê derket ser dikê û stranên xwe pêşkeş kir.

Endama MYK’a HDP’ê Sûltan Ozcan jî wiha got: “Em amade ne ku ji vê pergalê rizgar bibin. Em amade ne ku di 14’ê Gulanê de ji vê desthilatdariya dijminatiya jinan dike biguherînin.” Axaftina Ozcan, bi dirûşmên “Hikûmet îstîfa bike” û “Bimre faşîzm” hate birîn.

Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul jî bal kişand ser hilbijartinan û ev tişt anî ziman: “Hilbijartina 14’ê Gulanê, hilbijartineke jirêzê nîne. Lewma em ê bi hev re li qadan bin û bixebitin. Em ê yek bi yek tevahiya faşîstan bidarizînin. Em xwedî li partî, gel, nirx û zimanê xwe derkevin. Ji bo gelê kurd Newroz tê wateya Kawa, Mazlûm Dogan, azadî, wekhevî û edaletê.”

Bulbul, di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî silav şand û wiha pê de çû: “Em ê tevahiya hevalên xwe yên di girtîgehan de azad bikin. Gelê kurd dê xwedî li rabûrdû û dahatûya xwe derkeve. Em ê projeya komara demokratîk pêk bînin.”

Piştre jî qurnefîl li gel hatin belavkirin û bernameya Newrozê bi stranên hunermend Hîvda Gokel bi dawî bû.