Di navbera Parîs-Enqereyê de pêşnûmeya xeter
Di navbera Parîs-Enqereyê de pêşnûmeya xeter
Di navbera Parîs-Enqereyê de pêşnûmeya xeter
Li aliyekê têkiliyên di navbera Franse û Tirkiyeyê de ji nû ve germtir dibin. Nîşaneya vê yekê jî operasyonên li dijî Kurdan e. Hukûmeta nû ya sosyalîst a Frensî peymana hevkariya hewlekariyê ya ku di serdema Sarkozy de li dijî Kurdan bi Enqereyê re hatibû morkirin, weke pêşnûmeya qanûnê pêşkêşê parlementoyê hate kirin.
Peymana di navbera Parîs û Enqereyê de 7’ê cotmeha 2011 hate îmzekirin. Ev yek jî rê dide ku polîsên her du welatan bi hev re operasyon bikin. Ji serdema serokkomarê berê yê Franseyê Nicolas Sarkozy ango ji sala 2007 ve operasyonên li ser Kurdan hatine dijwarkirin.
Di demek de ku li Tirkiyeyê operasyonên siyasî yên li dijî Kurdan û çepgiran tê dijwarkirin, ev peyman hîna jî di meriyetê de ye. Li gel nerazîbûn û bertekên zêde, desthilatiya Partiya Sosyalîst ev peyman betal nekir, li ser vê re jî operasyonên krîmînalîzekirinê yên li ser Kurdan dijwatir kir. Roja 9’ê çileyê li paytext Parîsê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin.
Di navbera Parîs û Enqereyê de di 7’ê cotmeha 2011’an de peyman hat îmzekirin. Peymana hevkariya ewlehiyê ji aliyê her du dewletan ve servîsên polîsan bi hev re operasyonan dimeşînin. Herî dawî di 12’ê çile de 17 kurd hatin binçavkirin û ji 7 heb hatin girtin. Yên din jî hatin berdan. Li Fransayê ji 2007’an heta niha 250 kurd hatin binçavkirin. Di 2’ê mijra 2011’an de Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hate girtin. Di cotmeha 2012’an de Endamê KNK’ê Adem Uzun hate girtin û hêj di girtîgehê de ye.
KONSEPTA EWLEKARIYÊ WAN NÊZÎ HEV DIKE
Franse di mijara Sûriyeyê de jî bi Tirkiyeyê re tevdigere û ev yek jî hevkariya her du welatn xurttir dike. Operasyona herî dawî li dijî Kurdan pêk hat, di demek de ku têkiliyên di navbera her du welatan de xweş bûn de pêk hatin. Roja 12’ê sibatê, ango roja operasyonê Wezîrê Derve yê Frensî Laurent Fabius Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtolgû li Parîsê qebûl kir. Roja 19’ê sibatê jî Wezîrê YE’yê yê Tirk Egemen Bagiş jî çû Parîsê. Bagiş beriya hevdîtinên li Parîsê dabû diyarkirin ku ew ê ji Franseyê daxwaza zêdetir hevkariyê bike.
TIŞTÊN ÎRO LI TIRKIYEYÊ DIQEWIMIN, DIBE LI FRANSEYÊ JÎ BIQEWIMIN
Ji Navenda Lêkolînên Zanistî yên a Neteweyî (CNRS) koma Étienne Copeaux ku li ser welatên Rojhilata Navîn û Deryaya Spî lêkolînan dike, di malpera xwe de cih da analîzek berfireh û got: “Xeterî aha li vir e. Di mala me de ye. Ev yek ne tenê kesên li surgunê û penaberan eleqeder dike: sempatîzanan û Frensiyan jî eleqeder dike..."
JI PARTIYA KOMUNÎST KAMPANYA
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ji bo ku peymana hevkariya ewlehiyê ya di navbera Fransa û Tirkiyeyê de li dijî Kurdan hatiye îmzekirin betal bibe, kampanya da destpêkirin. PCF, bang li Enqereyê kir ku divê hemû girtiyên siyasî berdin.
PCF’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser biryara dadgehê ya derbarê xwendekara kurd-fransî Sevîl Sevîmlî û got; “Ev serkeftineke yekem û rast e. Ji bo Sevîmlî bê berdan ev bi mehane bû li Fransayê kampanya dihat meşandin.
Dadgehê di doza ku Sevîmlî dihat darizandin de di 15’ê sibatê de biryar da û xwendekar 5 sal û 2 mehan ceza lê birî. Lê ligel 5 hezar euro kefaletê re, qedexeya der barê derkevin derveyê welat a Sevîmlî de rakir. Sevîmlî bi hinceta ku tevli çalakiya 1’ê Gulanê bibû, bi 32 sal dihat darizandin û piştre dozgeriyê 18 sal ceza xwestibû.
Partiya Komunîst diyar kir ku ev biryara dadgehê di encama kampanyaya li Fransayê hatiye meşandin de derketiye holê. PCF’ê got li dijî vê kampan û piştevaniyê Erdogan neçar ma xwe bikêşe. PCF’ê da zanîn ku hêj zextên li ser azadiya raman, rêxistinbûn û demokrastîkbûnê didome û got divê Fransa êdî nebe hevkarî vî sûcî.
PCF’ê wiha got: “Serokkomarê berê yê Fransayê Sarkozy bi Tirkiyeyê re peymaneke çêkiribû û hêjî di meriyetê ye. Divê em demildset bê betalkirin.” PCF’ê diyar kir ku ji bo ev peyman demildest betal bibe û Fransa li ser axa xwe kurd û tirkan neyne hemberî hev dê kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin.
PÊŞNÛMEYA QANÛNÊ
I. – Armanca Peymanê û rewşa muzakereyan
Hevkariya ewlekariyê ya di navbera komarên Franse û Tirkiyeyê de ji sala 1998 heta 2011 bûye mijarek a muzakereyê.
Armanca vê peymanê ew e ku rayeya polîs û cendirmeyên Tirk di hevkariya ewlekariya sala 2007’ê hate îmzekirin de zêde bike. Sê bingehên sereke yên vê hevkariya polîsiye ya operasyonel hene: “têkoşîna bi terorîzmê re”, “hatinûçûna trafîkê” û “koçberiya ne qanûnî.”
Peymana ewlekariya navxweyî jî 7’ê cotmeha 2011 li Enqereyê di navbera Wezîrê Navxweyî yê Frensî Claude Guéant û Wezîrê Navxweyî yê Tirk de hate îmzekirin.
Madde 1, bi giştî di 18 qadan de hevkarî tê kirin. Tirkiye dixwaze li peymanên ewlekariyê yên ji bo ewlekariya navxweyî hene, vana jî lê zêde bike: qaçaxçîtî (ev di peymanê de têgîna “hevkariya gumrukê” ji vir tê), têkoşîna li dijî sucên li dijî zarokan tê kirin û sucên zarokan...”
Madde 2, di şertên hevkariyê de ‘mafê fikareyê’ jî heye. Bi vê mafê fikareyê alî dikarin bersivê nedin daxwazên hevkariyê yên hev du.
Madde 3, di peymanê de formên cûda yê hevkariyê tên pênasekirin.
Madde 4, derbarê formên hevkariya têkoşîna li dijî madeyên hişber de agahiyên berfireh tên dayin.
Madde 5, formên hevkariya têkoşîna li dijî terorîzmê tên diyarkirin.
Madde 6, awayên têkoşîna li dijî sucên aborî û malî tên rêzkirin.
Madde 7, ji bo bicihanîna hevkariya teknîkî amûrên pêwîst tên bikaranîn. Di nav vana de bi taybet perwerde, teknîk û parvekirina agahî û zanyariyan hene.
Madde 8, bicihanîna hevkariya teknîkî li ser esasê prosedurê ye. Ji bo vê jî bi taybet bernameya butçeya hevpar heye.
Madde 9, ji bo bicihanîna peymanê ji bo diyarkirina otorîteyan rêbaz tên nîşandan.
Madde 10, şertên pevguhertina agahiyan di navbera her du aliyan de tên diyarkirin.
Madde 11, ji bo jiholêrakirina lihevnekirinên li ser pêkanîna peymanê ya di navbera aliyan de rêbazên nû tên pêşxistin.
Madde 12, bicihanîna peymanê, li ser esasê sererastkirin û rêbazên eleqeder e.”
Hukûmeta nû ya sosyalîst a Frensî peymana hevkariya hewlekariyê ya ku di serdema Sarkozy de li dijî Kurdan bi Enqereyê re hatibû morkirin, weke pêşnûmeya qanûnê pêşkêşê parlementoyê hate kirin.