Aliyê psîkolojîk yê şîdeta zayendî ya ku mamosteyê Yogayê Akîf Manaf, li PM.E’yê pêk anî, bi rapora heyeta pispor ya ji aliyê Fakulteya Tipa Stenbolê ve hat amadekirinê, hat belgekirin û derket holê ku zarokên keç jî rastî vê şîdetê hatine. Di rapora ku gihişt ANF’ê de tê dîtin ku bi P.M.E’yê re xerabûna travma, hilweşîna hestî, ji mirovan dûrketin, dîtina kabûsan, sînîr, hatiye tespîtkirin. Parêzera P.M.E, Eren Keskîn got ku di nava mexdûran de zarokên keç jî hene û hîna Manaf mamostetiya yogayê dike û serbest digere, ev yek nayê qebûlkirin.
Ji bo doza êrîşa zayendî ya ku Manaf jê dihat darizandin, qedexeya weşanê hat dayîn û ji bo yek ji mexdûrên vê şîdetê P.M.E’yê Beşa Zanista Tipa Edlî ya Fakulteya Tipa Stenbolê raporek di aliyê travmaya psîkolojîk de amade kir. Li gorî vegotinên P.M.E, zexta psîkolojîk a Manaf li xwendekaran dike, dertê holê. P.M.E ku tiştên jiya vegot, diyar kir di 2003’an de Yogayê bala wê kişandiye û pirtûkên Manaf xwendiye, biryar daye biçe Akademiya Yogayê. P.M.E got ku xwe bi Yogayê rehet hîs kiriye û Manaf bi tiştên biçûk ew wek kesekî jor mirovahiyê daye nasîn. P.M.E got: “Wê demê min bi giştî xwe da yogayê. Di 2006’an de min wek hîndekar, di akademiyê de dest bi xebatê kir.”
DI BIN NAVÊ ENERJIYÊ DE ÊRÎŞA ZAYENDÎ Û FÎZÎKÎ
P.M.E da zanîn ku êrîşa zayendî di 2007’an de destpê kiriye û got: “Rojekê Manaf ji min re got, ‘Ji bo di yogayê de pêşketin çêbibe, divê em tantra (rîtuela zayendî) bikin. Min ev pêşniyar red kir. Lê Manaf got; Ev ji bo dayîna enerjiyê tê kirin, an jî bi hezar salan ti yogayê bikî, ti nagihêje wê astê’. Herî dawî min qebûl kir.
Piştî têkiliyê ez ketim xofek mezin. Min serê xwe şûşt. Ez fikirîm ku biçim polîs. Lê min nedizanî ez vê rewşê çawa bêjim. Min xwe xapandî, dît. Piştî demekê min li Etîlerê kursa Yogayê vekir. Hemû pereyê min qezenc kir, min da Manaf. Wê demê Manaf doza şîdeta taybet zêde kir. Êrîşên wî yên zayendî rojê 2-3 caran berdewam kir.
70 JINÎ HEMAN TIŞT JIYA
Ev bi min sînor nema. Min bihist ku 70 jinî heman tişt jiyaye. Lê kesî gilî nekiriye. Di heman demê de şîdeta fîzîkî ya ji aliyê Manaf ve jî, rûtîn bû. Di 2012’an de Manaf pihîn li sînga min xist û ez ji ser xwe çûm. Ev 11 sal e tiştên min jiyane, ji ti kesî re negot. Herî dawî jina bi navê Elî bi heman sedeman gilî kiribû. Ji ber vê min jî gilî kir.”
Travmaya ku P.M. E jiyaye di rapora ku heyeta pispor a Beşa Zanista Tipa Edlî ya Zanîngeha Tipa Stnebolê amade kiriye, tê nîşandan. Di raporê de tê gotin ku P.M.E ji ber şîdeta ku dîtiye, di moda deprsîf de ye, bi giriye, ji kesan direve, ji cihan direve û kabûsan dibîne.
DIVÊ MANAF GIRTÎ BÊ DARIZANDIN
Parêzer Ereng Keskîn da zanîn ku êrîşên zayendî yên Akîf Manaf bi Stenbolê sînor nemaye û li Îzmîr û Stenbolê jî jin rastî şîdetê hatine û du kesan gilî kiriye. Keskîn got ku di nava kesên rastî êrîşa zayendî hatine de zarokên keç jî hene û got: “Lê ji ber feraseta serdest a mêr gelek kes naxwazin biaxivin. Ez bi wan re axivîm. Ditirsin. Divê Akîf Manaf teqez girtî bê darizandin. Gelek jin û keçên rastî şîdeta zayendî ya Manaf hatine. Du jin di rewşa ku doz bê vekirin de wê daxwaz bikin ku Manaf bê girtin. Tiştên min dîtin û bihistin ez matmayî hiştim. Manaf xwendekarên xwe teslîm girtine. Ji ber vê zarokê min hebe ez naşînim Yogayê.”
Dozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser gilîkirina P.M.E lêpirsîn da destpêkirin û di îdîanameya ku amade kir de ji bo Akîf Manaf heta 15 salan ceza tê xwestin.