Di nava hefteyekê de li Îranê çi qewimîn?

Gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî xizanî, zext û zora rejîma Îranê ev hefteyeke çalakiyan li dar dixin.

Gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî xizanî, zext û zora rejîma Îranê ev hefteyeke çalakiyan li dar dixin. Çalakî 28'ê Kanûna 2017'an li meydana Şûheda yê bajarê Meşhedê li dijî bankakariyê dest pê kir ku ev bajar bi nasnameya xwe ya mûxafazakariyê tê naskirin. Ji ber ku rejîmê êrîşî çalakiyê kir, ev çalakî mîna pêlekê li gelemperiya welêt, li sedan bajar û bajarokî belav bû.

DIRÛŞMA DESTPÊKÊ: NA JI XIZANIYÊ RE

Li Meşhedê ku cihê jidayikbûna desthilatdarê dînî yê Îranê Alî Xamaney e û 40 salên dawî kêm caran çalakî lê bûye, bi dirûşma 'Na ji xizaniyê re' çalakiyê dest pê kir. Piştî ku hêzên rejîmê êrîş kirin, vê carê dirûşma 'Mirin ji dîktator re' hate qîrîn. Çalakî radîkal bû û bû nîşaneya çalakiyên li dijî sîstemê. Di demeke kin de li wîlayetên din ên Îranê belav bû.

Li Îranê ku ji aliyê îdarî ve 31 wîlayetên xwe hene, 3 wîlayet ne di nav de, li 28 wîlayetan û bi sedan bajaran çalakî hatin lidarxistin. Çalakî li van wîlayetan hatin lidarxistin: "Tehran, Qum, Merkezî, Qezwîn, Gîlan, Erdebil, Zencan, Tebriz, Ûrmiye, Sine, Hemedan, Kirmaşan, Îlam, Loristan, Xuzistan, Çaharmahal û Bahtiyari, Kehkileyû û Buyer Ehmed, Buşehr, Fars, Hurmuzgan, Sistan û Belûcistan, Yezd, Îsfahan, Mazenderan, Gulistan, Horasanê Şemalî, Razavi Horasan ûe Elburz."

Li wîlayetên Cinûb, Semnan û Kirman ên Xorasanê çalakiyên berfireh nehatibin lidarxistin jî li navçeyên van wilayetan çalakî hatin kirin.

BERXWEDANA GELÊN ARYEN A LI RÊZE ÇIYAYÊN ZAGROSÊ

Çalakî li bajar û bajarokên rojhilat û rojavayê rêze çiyayên Zagrosê bi lez belav bûn û piştre li wîlayeta Belûcîstanê ku bi giranî gelê Belûcî lê dijîn, li bajarên Ehwaz yê wîlayeta Xuzistanê ku bi giranî gelê Ereb lê ye, li bajarê Bender Ebas ê li wîlayeta Xurmûzganê, li Mazenderanê ku bi giranî gelê Mazenî lê dijî, li Tebrîzê ku gelê Azerî lê ye û wîlayetên Zencan û Erdebilê deng veda.

ÇALAKIYÊN KU ROJ BI ROJ BELAV BÛN

Nexşeya çalakiyên ku 6 rojan li gelemperiya welêt belav bûn wiha ye:

Roja destpêkê: Bajarên Meşehd, Kaşmer, Nîşabûr ên ser bi Xorasana Razavî.

Roja duyemîn: Xorasana Razavî, Mazenderan, Gilan, Qezwîn, Qûm, Ûsfahan, Hemedan, Xuzistan, Loristan, Kirmaşan û Ûrmiye.

Roja sêyemîn: Xorasana Razavî, Tehran, Mazenderan, Gîlan, Qezwîn, Qûm, Îsfahan, Hemedan, Xuzistan, Lorîstan, Kirmaşan, Ûrmiye, Hurmûzgan, Golistan, Semnan, Fars, Buşehr, Çarmahal, Merkezi, Zencan û Erdebîl.

Roja çaremîn: Xorasana Razavî, Tehran, Mazenderan, Gîlan, Qezwîn, Qûm, Îsfahan, Hemedan, Xuzistan, Loristan, Kirmaşan, Ûrmiye, Hurmûzgan, Golistan, Semnan, Fars, Buşehr, Çarmahal, Merkezî, Zencan, Erdebîl, Sine û Tebrîz.

Roja pêncemîn: Xorasana Razavî, Tahran, Mazenderan, Gîlan, Qezwîn, Qûm, Îsfahan, Hemedan, Xuzistan, Loristan, Kirmaşan, Urmiye, Hürmuzgan, Golistan, Semnan, Fars, Buşehr, Çarmahal, Merkezi, Zencan, Erdebîl, Sine û Tebriz, Elburz û Îlam.

Roja şeşemîn: Xorasana Razavi, Tehran, Mazenderan, Gîlan, Qezwîn, Qûm, Îsfahan, Hemedan, Xuzistan, Loristan, Kirmaşan, Ûrmiye, Hurmûzgan, Golistan, Semnan, Fars, Buşehr, Çarmahal, Merkezi, Zencan, Erdebîl, Sine û Tebîz, Elburz, Îlam, Xorasana Şemal û Xorasana Cinûb.

BI BERBELAVBÛNA ÇALAKIYAN RE DAXWAZ JÎ CUDA BÛN

Çalakî rojên destpêkê bi nerazîbûna li dijî pirsgirêkên xizanî, bêkarî û aboriyê dest pê kirin. Piştre belavbûn û zêdebûna çalakiyan re daxwazên cuda yên gelan derketin pêş. Mînak; çalakiyên ku li Meşhedê bi dirûşma 'Na ji xizaniyê re' dema ku gihîşt bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê veguherî dirûşma 'Azadî ji girtiyên siyasî re', li Sineyê bi dirûşma 'Bijî gerîla', li Şîrazê bi dirûşma 'Riza şah mazaret, mazert' (Riza şah, lêborîn, lêborîn) deng vedan.

LI GORÎ HEJMARA FERMÎ 23 KES MIRIN

Bi zêdebûna çalakiyan, êrîşên rejîma Îranê jî dijwar bûn. Li gorî hejmara fermî di 6 rojên destpêkê yên çalakiyan de 23 kes mirin. Li bajarê Tiwîsirkan ê wîlayeta Hemedanê 3, li Necefabad a Îsfahanê 3, li bajarê Qehterîcanê 6 û li bajarê Şahînşah 3, li bajarê Îza yê eyaleta Xuzîstanê 2, li bajarê Dirûd ê Lorîstanê 2 û li bajarên din ên Lorîstanê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Qehrerîcanê jî polîsek mir.

HEJMARA ZELAL A BINÇAVKIRIYAN NAYÊ ZANÎN

Li Rojhilatê Kurdistanê û gelemperiya Îranê, hejmara mirovên di çalakiyan de hatin binçavkirin hezar derbas kir. Lê bi nayê zanîn bê hejmara zelal a binçavkiriyan çiqas e. Li gorî daxuyaniya Emniyeta Tehranê ku duh da, tenê li paytexta Tehranê 450 kes hatine binçavkirin. Lê di malperên mûxalîfan de tê gotin ku hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e. Piraniya kesên hatine binçavkirin li buroyên îstîxbarata Îranê (Îtlaat) tên girtin.

90 JI SEDÎ YÊ ÇALAKGERAN JIN Û CIWAN IN

Pêşengên van çalakiyên ku rejîm matmayî hiştin, jin û ciwan in. Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Huseyîn Zolfeqalî ragihand ku 90 ji sedî yên bi sedema tevlîbûna li çalakiyan hatin binçavkirin, kesên kêmî 25 salî ne.