'Di nava 78 rojan de 113 sivîl hatin qetilkirin'
ÎHD'ê da xuyakirin, ku di navbera 24'ê Tîrmehê-8'ê Cotmehê de 113 sivîl hatine qetilkirin.
ÎHD'ê da xuyakirin, ku di navbera 24'ê Tîrmehê-8'ê Cotmehê de 113 sivîl hatine qetilkirin.
ÎHD'ê da xuyakirin, ku di navbera 24'ê Tîrmehê-8'ê Cotmehê de 113 sivîl hatine qetilkirin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan bang li Xaça Sor, Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê û Komîseriya Mafên Mirovan a NY kir, ku bên Kurdistanê û lêkolînan bikin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser bîlançoya binpêkirina mafên mirovan û qetilkirina sivîlan di navbera 24'ê Tîrmeh - 8ê cotmehê de raporek amade kir. Rapor bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya navenda ÎHD'ê re hat aşkerakirin. Di civînê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û rêveberên navenda giştî amade bûn. Rapor ji aliyê Serokê Giştî Turkdogan ve hat aşkerakirin.
'HÊZÊN DEWLETÊ, SIVÎL QETIL KIRIN'
Turkdogan diyar kir ku di nava 78 rojên ji 24'ê Tîrmehê heta 8'ê Cotmehê de 113 sivîl hatine qetilkirin û destnîşan kir, ku ev rewşa gelekî giran bi ti awayî nayê qebûlkirin. Turkdogan got, "Dema ev bûyerên kuştinê hat nirxandin, bi qasî ku hat tespîtkirin 5 kes ji aliyê milîtanên çekdar ên PKK'ê ve, lê yên din hemû ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hatine qetilkirin."
Turkdogan anî ziman ku Peymanên Cenevreyê bi awayekî vekirî hatine binpêkirin, sûcê şer hatiye kirin û got, "Beşeke mezin a mirina sivîlan, li navçeyên derketina derve lê hatine qedexekirin, rû dane. Pêwîste li hemberî Walî û Wezîrê Karên Hundir ê ji bo qedexeya derketina derve bê îlankirin ferman daye wan, lêpirsîn were destpêkirin û ev waliyên qedexeya derketina derve îlan kirine û wezîrê karên hundir bê darizandin."
Turkdogan bibîr xist, ku tevî êrîşan, ji ber qedexeya derketina derve hin mirov nekarîne ji xizmetên tenduristiyê sûdê werbigirin û ji ber vê yekê jî mirovan jiyana xwe ji dest dane. Turkdogan got, "Der heqê kesên pêşî li dayîna xizmeta tenduristiyê girtine de divê lêpirsîna edlî û îdarî bê vekirin û berpirsyar werin darizandin."
BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ
Turkdogan anî ziman ku Xaça Sor divê di serî de li cihên derketina derve lê hatine qedexekirin, li hemû cihên sivîl lê hatine kuştin lêkolînan bike û bang li Xaça Sor kir. Serokê Giştî yê ÎHD'ê bang li Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê û Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî kir, ku bên Tirkiyeyê û lêkolînan bkikin.
Turkdogan her wiha anî ziman ku divê rewşa şer a ku rê li ber binpêkirinên giran ên mafên jiyanê yên sivîlan vekiriye, tavilê bê bidawîkirin û bi agirbesteke mayînde re rêbaza diyalog û muzakereyê bê hilbijartin. Turkdogan bi vê wesîlteyê careke din bang li her du aliyan kir ku çekan bêdeng bikin.
TÎMA BI WESAYÎTÊN BÊ PLAQE DIGERE KÎ YE?
Turkdogan bal kişand ser hebûna tîmeke taybet a li herêmên sivîl lê hatin qetilkirin û pirsa; ev polîsên tevgera taybet ên rûyê wan girtî ne û bi wesayîtên bê plaqe digerin kî ne?, kir.
Turkdogan herî dawî anî ziman ku divê tavilê her du alî agirbestê îlan bikin û dewlet li gorî vê yekê tevbigere.