Di mîtînga Çavûşoglû de rojnamevanê Elman hate derbkirin
Hat diyarkirin ku li mîtînga duh a Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû ku li Hambûrgê lidar xist, rojnamevanekî Elman hate derbkirin û gefkirin.
Hat diyarkirin ku li mîtînga duh a Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû ku li Hambûrgê lidar xist, rojnamevanekî Elman hate derbkirin û gefkirin.
Nûçegihanê rojnameya Dîe Zeît ê yek ji rojnameyên çep-liberal ên Elmanyayê tên naskirin Sebastîan Kempekens, di dema mîtîngê de ku li Sefaretxaneya Tirk hate lidarxistin, AKP’yiyan êrîş bire ser. Kempkens şevê din li ser tora civakî parvekirinek kir û îro bû rojeva çapemeniyê, diyar kir ku parastina rojnamevan Denîz Yucel ê ku li Tirkiyeyê hatiye girtin bûye sedema êrîşê.
Kempkens destnîşan kir ku ji ber dowîza bi nivîsa “Azadî ji Denîz re” hildabû, AKP’yiyan êrîşî wî kirine û berçavka wî şikestiye. Rojnamevan diyar kir ku piştre ew ji baxçeyê sefaretxaneyê yê ku mîtîng lê dihate lidarxistin avêtine derve, êrîşkaran bi van gotinan: “Eger ku tu dijî, ev bi saya ‘Mirovbûna Erdogan e’” gef lêkirine.
Hat diyarkirin ku Sebastîan Kempkens têkildarî bûyerê wê serî li polîsan bide, diyar kir ku Sanatoya Hambûrgê têkildarî bûyerê ji Sefaretxaneya Tirkiyeyê daxuyanî jî xwestiye.
Di dawiya hefteya bihurî de, piştî Erdogan hikûmeta Elman bi ‘Nazîzmê’ sûçdar kir û şûnde, Mevlût Çavûşoglû yê ku li Hambûrgê axivî, xwe li piştî derewa ‘Em rû bi rû yê astengiyekî sîstematîk in.’ Veşart.