Di mîhrîcana kulîlkan de ji bo Ocalan îmze hat komkirin

Di mîhrîcana kulîlkan de ji bo Ocalan îmze hat komkirin

Li Paytexta Roma ya Îtalyayê û bajarê Genzano mîhrîcan pêk hat û ciwanên kurd ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmze berhev kir. Her wiha kurdan jî piştgirî dan çalakiyên li dijî binpêkirin amafan û tiryakê ya li seranserê welat hatiye destpêkirin.

Li Cerveterî ya Marîna a girêdayê Romayê koma folklorê ya Ararat ku tevli mîhrîcanê bû, piştî reksên gelerî li bazara gund  pirtûkên Ocalan diyariyê gel kirin û îmze kom kirin.

Her wiha di 20’ê hezîranê de bi wesîleya Roja Penaberên Cîhanê şahî pêk hatin û di wir jî îmze hatin berhevkirin. Li bajarê Latîn de di şahiyan de kurdan folklora xwe nîşan da. Di standê de jî îmze berhevkirin.

Mîhrîcana Kulîlkan ya her sal li bajarê Genzano ya Îtalyayê pêk tê îsal jî kurd bi reng û daxwazên xwe tevli bûn. Ji ber mîhrîcanê bajar ji kulîlkan hat xemilandin. Ciwan ji her çar parçeyên Kurdistanê daketin kolana û bi kulîlkan meşiyan. Der barê pirsgirêka kurd de axaftin kirin. Şervan û sivîlên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibînin.