Di ‘merasima bîranîna şehîdan’ ya ji aliyê Tamîlan ve li bajarê Dortmund yê Almanyayê hate pêkanîn de, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî hate xwestin. Di merasimê de di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji Ocalan re azadî 1200 îmze hatin berhev kirin.
Tamîliyên ku li Srî Lankayê hatin qetilkirin û li hemberî vê komkujiyê hemû cîhan bêdeng ma, li bajarê Dortmund yê Almanyayê merasimek ya bîranînê hate li darxistin. ‘Merasima bîranîna şehîdan’ ku ji aliyê Tamîliyên li Almanyayê jiyan dikin ve hate pêkanîn, Kurd jî tevlîbûn û stand vekirin.
Standa ku Navenda Çanda Kurdan ya Dortmundê, Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê û komîsyona ciwana standa ku di merasimê vekirin de, di çarçoveya kampanya îmzeyan ya navnetewî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, îmze hatin komkirin. Di standê de broşûr û belavokên rewşa tecrîda li ser Ocalan vegotin hatin belavkirin. Di merasimê de ji bo azadiya Ocalan 1200 îmze hatin berhev kirin.
Weke din beşa ku di programê de ji Kurdan re veqetandî, danezana ku ji bo azadiya Ocalan hatî amadekirin ya bizimanê Almanî hate xwendin. Bi hezaran Tamîliyan biçepikan piştgirî dan danezanê.