Di meha çile de 14 jin ji aliyê zilam ve hatin qetilkirin

Di meha çile de 14 jin ji aliyê zilam ve hatin qetilkirin

Komîsyona Jinan a Şaka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora der barê kuştinên tacîz, tecawiz û tundiya li hemberî jinê ya meha çila aşkere kir. Komîsyonê diyar kir ku diyar kir ku di meha çile de 14 jin ji aliyê zilam ve hatin qetilkirin. Komîsyonê diyar kir ku 4 jin rastî tecavuzê û 6 jinên temenê wan 12-16 salî jî rastî îstîzmara zayendî hatin. 

Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê rapora binpêkirina mafên jinan a meha çile bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir. Komîsyona Jinan di raporê de diyar kir ku zext û zordariya li ser jinê zêde bûye, tacîz, tecawiz û tundiya li ser jinê zêde bûye. Jinan di raporê de destnişan kir ku ev berhemên polîtîkaya tundiyê ye û wiha cih dan daxuyaniyê: Di meha çile de 14 jin ji aliyê zilam ve hatin qetilkirin. Di mehekê de 4 jin rastî tecavuzê û 6 jinên temenê wan 12-16 salî jî rastî îstîzmara zayendî hatin. "