Di lêpirsîna Sarisuluk de şahid hatin binçavkirin
Di lêpirsîna Sarisuluk de şahid hatin binçavkirin
Di lêpirsîna Sarisuluk de şahid hatin binçavkirin
Dadgeriya Tirk polîsê kujer ê Ethem Sarisuluk kuşt serbest berda, di ser de jî îro şahidên bûyerê kir binçavan.
Şahidên bûyera kuştina Ethem Sarisuluk a li Kizilay a Enqerê, di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de bi sûcdariya "rêxistina derveyî qanûnî" îro hatin binçavkirin.
Parêzerê malbata Sarisuluk Kazim Bayraktar da xuyakirin ku di çarçoveya lêpirsînê de ew ê li van kesên "şahid" guhdarî bikira, lê kesên mijara gotinê hatine binçavkirin.
Bayraktar ragihand ku ew bi gumanin, şahidên din jî werin binçavkirin û ji bo biryara dadgehê ya polîsê Sarisuluk kuşt serbest berda got, "Sarisuluk ji aliyê dadgeriyê ve cara duyemîn hatiye kuştin."