Di lêpirsîna Sarisuluk de kameraman îfade da

Di lêpirsîna Sarisuluk de kameraman îfade da

Têkildarî lêpirsîna Ethem Sarisuluk ê di çalakiyên Enqereyê yên ji bo Parka Gezî de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, kameramanê dîmenên bûyeran digirt, wek "şahid" îfade da. Parêzerê Sarisuluk  Bayraktar got ku wê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) bide.

Têkildarî lêpirsîna qetilkirina Ethem Sarisuluk kameramanê Kanal D Hakan Dîkîcîler, wek "şahid" îfade da. Îfadeya Dîkîcîler ji aliyê Dozgerê Komarê Velî Dalgali ve hat girtin.

Ligel vê parêzerê malbata Sarisuluk Kazim Bayraktar, li Yekîtiya Mulkiyeyiyan civîna çapemeniyê li dar xist.

Bayraktar got, “Di sedema dadgehê de, qeydên dîmenan, nêrînên çavdêrên keşf kirine, rapora otopsî û balîstîkê nîn e. Tenê cih daye îfadeyên polîsê bi navê Ahmet Şahbaz.” Bayraktar, destnîşan kir ku wek parêzer wê serî li  DMME bide.