Di konê çareseriyê yê Evîn Gewdan de guherîna nobetê

Di konê çareseriyê yê Evîn Gewdan de guherîna nobetê

Bi pêşengiya DOKH’ê li Payîzava ya Wanê di Konê Çareseriya Demokratîk a Evîn Gewdan a hatiye avakirin de guherînên nobetê didome.

Bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo pêvajoya derbasbûna hêzên HPG’ê asteng nebe, li navçeya Payîzava ya Wanê li herêma Nordiz Mervana, ligel pira Krom  Konê Çareseriya Demokratîk hat avakirin û her wiha navê Evîn Gewdan li kon hat kirin. Serdanên kon didome. Di konên ku rêxistinên BDP’a  Erdîş, Elbak û Edremîtê nobetê digirtin de, BDP’a Qelqelî û Muradiyê nobet dewr girtin.

Hevseroka navçeya BDP’a Erdîşê Bîrgul Çetîn di dema guherîna nobetê de axivî û diyar kir ku piştî pêngava dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin şûnde çêkirina qerekolan berovajî pêvajoyê ye û got: “Ji bo aştiyeke mayîn de divê demildest mafên kurdan bê dayîn û piştgirî bidin pêvajoyê.

Piştî axaftinên hatin kirin, di kon de ji bo welatiyên hatin serdana kond der barê pêvajoyê de agahî hat dayîn.

Bi sarbûna hewayê re ligel kon agir hat pêxistin û li dora agir govend hat gerandin.