Di hilbijartinên Swîsreyê de namzetê Kurd Atici jî bi ser ket

Swîsreyî ji bo hilbijartinên Parlamenta Federal dengê xwe bi kar anîn. Di hilbijartinê de partiya surprîz partiya Keskan bû. Namzetê Partiya Sosyalîst Mûstafa Atici yê Kurd jî bi ser ket û bû parlamenter.

Swîsreyî ji bo hilbijartina Parlamenta Federal a ji 200 endaman û Konseya Dewletê ya ji 46 endaman dengê xwe bi kar anîn. Rêjeya tevlîbûnê ya li hilbijartinê 49 ji sedî bû. Partiya surprîz jî partiya Keskan bû.

Partiya Keskan bi rêjeya 5.9 ji sedî dengê xwe zêde kir û bi 28 parlamenteran bû çaremîn partiya herî mezin a li parlamentê. Tê gotin ku çalakiyên ji bo avhewayê yên dema dawî li Swîsreyê bi berfirehî pêk tên bûn sedem ku rêjeya dengê Partiya Keskan zêde bibe. Namzeta Parlamenteriyê ya Kantona Baselê ya Keskan Sîbel Arslan careke din bû parlamenter.

RASTGIRIYA NAVENDÎ DENGÊ XWE KÊM KIR

Partiya ku herî zêde dengê xwe kêm kir partiya rastgiriya navendî SVP'ê bû. Li gorî dema derbasbûyî bi 3.6 ji sedî dengê xwe kêm kir. SVP ku beriya niha 65 parlamenterên xwe hebûn tenê 54 parlamenter wergirt.

SP'Ê JÎ DENGÊ XWE KÊM KIR

Partiya Sosyalîst ku bi 43 parlamenteran duyemîn partiya herî mezin a parlamentê ye li gorî dema derbasbûyî bi rêjeya 2.2 ji sedî dengê xwe kêm kir û vê carê bû xwedî 38 parlamenteran.

Partiya Radîkal a Lîberal (PLR) ku sêyemîn partiya herî mezin a li parlamentê ye li gorî dema derbasbûyî bi rêjeya 1.1 ji sedî dengê xwe kêm kir û di vê serdemê de bû xwedî 29 parlamenteran.

MÛSTAFA ATICI JÎ HATE HILBIJARTIN

Namzetê Parlamenteriyê yê Kantona Baselê ya Partiya Sosyalîst Mûstafa Atici ku Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî piştevaniya wî dikir bû parlamenter.