Wekîlên AKP'yî yên di destpêka hevdîtina li ser mijara 'destnedanê' de heqaret û êrîş li parlamenterên HDP'ê kirin, piştre xwestin rojnamevan û şêwirmendan ji komîsyonê derxînin. Wekîlên HDP'yî jî li dijî sansurê derketin.
Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar pêşniyar kir ku heta dawiya hevdîtinan rojnamevan li cihê civînê bimînin. Her wiha da zanîn, ku salon biçûk e, parlamenter li ser piyan mane û pêşniyar kir ku ev hevdîtin li saloneke din a mezin bê kirin.
Di vê kêliyê de parlamenterên AKP'ê heqaret û tacîz li HDP'yiyan kirin. Li ser vê yekê parlamenter bi hev ketin.
Piştî vê êrîşa parlamenterên AKP'ê, beriya destpêkirina nîqaşa li ser rêbazê, AKP'iyiyan hewl dan rojnamevanan derxînin derve. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken nerazîbûn nîşanî vê yekê da û ji AKP'iyiyan re got, "Hûn hewl didin çi ji çapemeniyê veşêrin?"
Rojnamevan bi zor polîsan ji komîsyonê hatin derxistin. Tevîr ojnamevanan her wiha hat xwestin, şêwirmendên parlamenteran jî ji komîsyonê werin derxistin.
Li ser vê yekê Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder ev pirs li Serokê Komîsyonê kir: "Heta niha ji kîjan civîneke komîsyonê çapemenî û şêwirmend hatine derxistin?" Serokê Komîsyonê ti bersiv neda vê pirsê.
Endamê komîsyonê parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar da xuyakirin, ku bala Tirkiyeyê li ser civîna komîsyonê ye û got, "Hûn dixwazin pisporan, yan jî şêwirmendan dawet bikin. Em vê pêşniyar dikin. Lê belê bêyî ku hûn li pêşniyara me guhdarî bikin, biryarê didin şêwirmendan derxînin. Di Destûra Bingehîn de pîvana bingehîn wekhevî û îstiqrar e. Eger we bihişta em baxivin, me yê ev pirsgirêk di nava 10 deqeyan de çareser bikira."
Endama komîsyonê parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş bibîr xist, ku di hemû civînên komîsyonan de şêwirmend amade ne û derxistina rojnamevanan jî weke destwedana li azadiya çapemeniyê binav kir.