Di Hefteya Çandê ya Kîel de ji bo Ocalan îmze hatin komkirin

Di Hefteya Çandê ya Kîel de ji bo Ocalan îmze hatin komkirin

Li Bajarê Kîel ê Elmanya di hefteya Çandê ya “Kîel ler Woche” ya her sal weke kevneşopiyekê tê lidarxistin û bi milyonan mirov ziyaret dikin de ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin. Kurdên ku li bajarê Kîel dijîn beşdarî aktîvîteyê bûn, daxwazên xwe yên çandî û siyasî anîn ziman.
Di Hefteya Çandê ya Kîel de ji aliyê komîsyonên ciwan û çandê bi awayekî komên ji pênc kesan bi qasî hefteyekê îmze hatin komkirin.  Di roja destpêkê de jinan ji bo azadiya Ocalan bi sedan îmze kom kirin. Di aktîvîteyê de her wiha têkoşîna Kurd û daxwazên Kurdan hatin vegotin.