'Di HDP'ê de cihêrengiyên me bi hev re ne'
'Di HDP'ê de cihêrengiyên me bi hev re ne'
'Di HDP'ê de cihêrengiyên me bi hev re ne'
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Esmeray diyar kir ku dema şer bi dawî bûn û aştî pêk hatin jî tundiya li hemberî jinan û LGBT'yiyan dewam kiriye û got, "Di nava HDP'ê de karê me yê sereke, li gel têkoşîna ji bo aştiyê, têkoşîna ji bo azadiya jinê û mafên LGBT ye."
Jina trans Esmeray a di kongreya çend roj berê ya Kongreya Civaka Demokratîk de ji bo Meclîsa Partiyê hat hilbijartin, sedema cihgirtina xwe li nava HDP'ê ji ANF'ê re vegot.
Esmeray HDP weke "Sîwanek, koalîsyona gelek komên siyasî, nasname û takekesên cuda" bi nav kir û got, "Bi gelek partiyên siyasî, jin, tevgerên LGBT û karkeran re min gelek caran kar kir, bi wan re rûniştim. Ji xwe ji van hemû nasnameyan para xwe digire. Kurd im, jin im, femînîstîm, hevzayend im, gelek nasname li gel min hene. Ez parçeyek ji van hemû pêkhateyan im. Ji ber vê yekê gihaştim wê baweriyê ku divê di nava HDP'ê de cih bigirim."
Esmeray diyar kir ku HDP navgîneke baş e ji bo têkoşîna hevpar a cihêrengiyan û got, "Ji bo jiyaneke wekhev, azad û aram a mirovahiyê, navgîneke hevpar a têkoşînê ye."
'EM HÊVÎDARIN KU PÊVAJO VEGUHERE AŞTIYEKE MAYÎNDE'
Esmeray bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "Hêviya me hemûyan ew e ku ev pêvajo veguhere aştiyeke mayîne. Lê Kurdan ji xwe bi têkoşînê qezenç kirin. Ji hemû cîhanê re îspat kir ku ew hene. Mafên xwe yên talankirî, dê ji sedî sed rojekê bistînin."
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Esmeray diyar kir ku di demên aştiyê de jî tundiya li hemberî jin û LGBT'yiyan kêm nebûye û wiha peyivî:
"Şerê biqede, aştiyê bê, Lê jin wê dîsa rastî destavêtin, rastî tundiyê werin. Bi qasî mêrên di şerê sed sala dawî de hatin kuştin, di nava 20 salan de ewçend jin hatin qetilkirin. Ev karesateke. Ev yek herî zêde li Tirkiyê derket holê. Ji ber vê yekê di nava HDP de karê min ê sereke, dê têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê, têkoşîna daxwazên takekesên LGBT'yî be."
'RIZGARIYA JINÊ DÊ BI TÊKOŞÎNA JINÊ YA XWESER PÊK WERE'
Esmeray bibîr xist ku di nava HDP'ê de navgînên hebûna jin û LGBT'yiyan ewle dike hene û got, "Lê belê li ti deverê, garantiya ti tiştî nîne. Azadiya jinê, rizgariya jinê, dê bi têkoşîna xweser a jinê pêk were. Ji bo LGBT jî heman tişt derbas dibe. Em çiqasî xwedî li xwe derkevin, takekesên LGBT'yî û jinan derxînin pêş, HDP jî dê ewqasî li gel me be. HDP ji bo têkoşînê platformeke guncaw e. Ji ber ku em hewl didin hev fêm bikin."
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Esmeray bibîr xist ku rojev ne tenê nîşandana jin û LGBT'yiyane û got, "Ji ber ku dema em bixebitin dê patron derkevin pêşiya me. Emê van çi bikin? Ji ber vê yekê divê em bi rojevên tevgerên karkeran, bi mafên karkeran re eleqedar bibin."
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Esmeray herî dawî got, "Rêya ku emê bi hev re bimeşin, ruhê ku HDP'ê nû dest bi meşê kiriye."