Di êrîşa li hemberî ambulansê de du kesan jiyana xwe ji dest da

Di êrîşa li hemberî ambulansê de du kesan jiyana xwe ji dest da

Li nêzî bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, li qada Tel Halap pevçûn didomin û hate hînbûn ku ambulansa birîndar dibin rastî erîşa çeteyan hatiye û du kesan jiyane xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.

Pevçûnên piştî êrîşên çeteyan ya li Serêkaniyê destpê kir,li ser riya Tel Halaf didome.  Ambulansek ku ket qadê û birîndar berbi Tirbespiyê dibin, ji aliyê komên çeteyan ve hate gulebarakirin. Di êrîşê de du kes yên bi navê Silêman Cemil û Xebat Fermê  jiyana xwe ji dest da û doktor jî birîndar bû.

Heyva Sor êrîşa li dijî ambulansê şermezar kir û got ligel hemû êrîşan dê alîkariya mirovahî bidomîn. Heyva Sor bang kir ku divê saziyên navnetewî li dijî van êrîşan bisekinin.

Eniya El Nusra û Dewletî Îslam ya Iraq-Çamê vê sibê saet di 04.002an de  bi tanq û çekên giran ji ser Tel Halaf êrîşê bajarê Serêkaniyê kirin. YPG bersiv da êrîşan û pevçûnên dijwar derketin. Çeteyan pir zêde wendahî da û li gorî YPG’ê  lig orî axaftinên telsizan a komên çeteyan kesekî li ser wan hatiye birîndar kirin. Di pevçûnan tanqek aydê çeteyan hate derbkirin.

Çeteyên pir zêde nekarin pêşde biçin topên hawanê avêtin bajar. Li ser vê yekê top ketin nava bajarê Serêkaniya Serxetê û ciwan birîndar bûn. Pevçûn li ser riya Tel Halaf didome.

Komên girêdayê El Qaîdeyê di 16’ê Tîrmehê de êrîşê Serêkaniyê kiribû lê 48 saet şûnde ji aliyê YPG’ê ve bi giştî hatibûn derxistin. Ji meha Tîrmehê heta niha li hemberî Rojavayê Kurdistanê êrîş hene.