Di doza TIR’ên MÎT’ê de wê biryara veşartîbûnê bidome
Di doza TIR’ên MÎT’ê de wê biryara veşartîbûnê bidome
Di doza TIR’ên MÎT’ê de wê biryara veşartîbûnê bidome
Piştî bi sedema çekên qeçax têde hene 3 TIR’ên aîdî MÎT’ê hatin rawestandin, der barê 13 personelên leşkerî de bi îdîaya “casûstî”yê doz hat vekirin. Di dozê de biryar hat girtin ku biryara veşartîbûna ya li der barê dosyayê de bidome.
Piştî 3 TIR’ên aîdî Rêxistina Îstixbarata Milî (MÎT)’ê bi îdîaya ji Edeneyê bi rêyên qeçax çek neqlî Sûriyeyê tên kirin hatibûn rawestandin, der barê 13 leşkerên personelên leşkerî de bi îdîaya "casûstî"yê doz hatibû vekirin. Di doza li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Edeneyê de daxwaza parêzeran a ji bo biryara veşartîbûnê ya der barê dozê de bê rakirin hate redkirin. Di rûniştinê de îdîanameya ji 48 rûpelan hat xwendin.
Heyeta dadgehê ji bo di rûniştina bê de personelên leşkerî yên bersûc parastina xwe bikin, doz taloqî 17’ê Cotmehê kir.