Di doza Şemzînanê de ji "zarokên baş" re salek û 10 meh ceza
Di doza Şemzînanê de ji "zarokên baş" re salek û 10 meh ceza
Di doza Şemzînanê de ji "zarokên baş" re salek û 10 meh ceza
Di doza Şemzînanê ya li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê de, li sûcdar Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş, bi sûcê "endametiya rêxistina sûc" salek 10 meh û 27 roj cezayê girtinê hat dayîn.
Astsûbay Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş, piştî teqina Pirtûkxaneya Ûmût a 9'ê Mıjdara sala 2005'an li navçeya Colemêrg Şemzînanê hatin girtin, li her yek ji wan 39 sal 10 meh û 27 roj cezayê girtinê hat birrîn, lê ev biryar ji aliyê 9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hat xerakirin. Li dû vê biryara Dadgeha Bilind dozê jinûve destpêkir û rûniştina duyemîn a dozê li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.
Di rûniştina dozê de sûcdar ne amade bûn û Serokê dadgehê Behçet Aşilar, biryara xerakirinê ya 9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind û mutalaa xwediyên îddîayê xwend.
Parêzere mexdûran Mûrat Tîmûr parastina xwe ya rûniştina yekemîn dûbare kir û ji dadgehê xwest li ber xwe bide. Parêzer bersûcan Yûrdakan Yildiz jî xwest, dadgeh li gorî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind tevbigere.
Heyeta dadgehê jî bi yekdengî biryar da, ku li Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş ji ber gunehê "endametiya rêxistina sûcê ne" li her yek ji wan salek 10 meh û 27 roj ceza birrî.
Eger ev biryar biçe temyizê, wê biryara dawî ya li ser dozê ji aliyê Civata Giştî ya Ceza ya Dadgeha Bilind bide.