Di doza 'KCK'ê' ya Mêrsînê de hemû hatin berdan

Di doza 'KCK'ê' ya Mêrsînê de hemû hatin berdan

Rûniştina doza "KCK'ê ya Mêrsînê ya jê 6 girtî ya 24 kesan hate dîtin. Di rûniştina delîla hatin xwendin de dadgehê biryara tahliyeya hemû girtiyan da.

Di 3'yê mijdara 2012'an li Mêrsînê, Stenbol, Çewlîk, Amed, Erzirom û Antalyayê operasyona bi navê "KCK'ê" pêhatibû û gelek kes hatibûn binçavkirin û jê 6 kes hatibûn girtin. Rûniştina dozê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hate dîtin. Di rûniştinê de kesên girtî û hinek kesên bêyî girtî tên darizandin tevlî rûniştinê bûn. Rûniştina dê serê sibê destpê kiriba ji ber dozekî din dirêj bû saet di 17.50'an destpê kir. Gelek malbat, sazî û dezgeh li Parqa Înonu sekînin.

Piştî tesbîta nasnameyan îdîaname hate xwendin ji bo kesên tên darizandin îdîayên "tevlî bûyeran bûne, bi komî tevgeriyan, piştgirî dan çalakiyan, bi wan re tevgeriyan, tevlî merasîma cenaze bûn, nimêjên înê kirin" hatin sucdarkirin. Girtiyan bi riya tercuman bi kurdî parastin kir û sûcdarî red kirin. Prz. Vedat Ozkan li ser navê hemû kesên tê darizandin parastin kir diyar kir ku, dosya weke dosyayên berê ne û di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin amadekirin lê dozgeriyê di çarçoveya du operasyonan de bi dest girt. Ozkan xwest ku dosyayên dozê bibin yek û xwestin siyasetê bi operasyonên "KCK'ê" dawî lêbînin. Piştî parastina parêzeran dadgehê navber da û piştî navberê biryara tahliyeya Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Bajar Abdullah Okur, Nûçegihana DÎHA'yê Zeynep Kurîş, Rêveberê BDP'ê yê bajar Îhsan Zengîn, Hûnermedê NÇM'ê Abdulkadîr Çat, Rêvebera Goç-Der'ê ya Mêrsînê û Navenda Jinê ya Îştarê Menîce Urun û Xebatkara Şaredariyê Nazan Dundar da û rûniştin taloqî 3'ê tîrmehê kir.

Hate zanîn ku, di darizandina navberê de jî Senaî Sayin, Ahmet Kutlu, Abdusselam Kutlu, Selahattîn Guvenç, Bayram Sabah û Mehmet Saît Azgan serbest hatin berdan.