Di doza KCK'ê ya Dihê de 105 sal cezayê girtîgehê!
Di doza KCK'ê ya Dihê de 105 sal cezayê girtîgehê!
Di doza KCK'ê ya Dihê de 105 sal cezayê girtîgehê!
Doza KCK'ê ya Dihê ku 9 kes tên darizandin hat dîtin. Heyetê der barê 9 kesan de 105 sal û 8 meh cezayê girtîgehê û 74 hezar TL cezayê pereyan birî.
Rûniştina doza KCK'ê ya Dihê ku 9 kesên di sala 2010'an hatibûn girtin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Heyetê piştî li îfadeyên siyasetmedaran guhdar kir der barê 9 kesan de ceza birî. Heyetê der barê siyasetmedarên girti Ramazan Batur, Serdar Batur, Yusuf Demir, Yusuf Ozturk, Omer Ozbay, Abdurrahim Demîr, Meas Erdemci, Aytekin Kayran û Bahattin Atabay de ji bo her kesekî cuda cuda bi îdîaya "li gel ku ne endamên rêxistinê ne li ser navê rêxistinê ne sûc kirine 6 sal û 3 meh, bi îdîaya "teqemenî li ser xwe bar kirine 3 sal û zerar dane mal 2 sal û 6 meh û 8 hezar û 320 TL cezayê pereyan birî. Heyetê bi tevahi der barê 9 kesan de 105 sal û 8 meh cezayê girtîgehê û 74 hezar û 880 TL cezayê pereyan birî.