Di doza JÎTEM'ê de wê li Çîller û Yilmaz neyê guhdarîkirin
Di doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de dadgehê daxwaza ji bo guhdarîkirina li Tansû Çîller û Mesût Yilmaz red kir.
Di doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de dadgehê daxwaza ji bo guhdarîkirina li Tansû Çîller û Mesût Yilmaz red kir.
22'emîn rûniştina doza 19 kesên di navbera salên 1993-1996'an de li derdora Enqereyê hatin kuştin a wekî 'Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê" tê zanîn li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Di rûniştinê de mexdûr, bersûc, parêzer û parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû amade bûn. Bersûc tenê Alper Tekdemir amade bû.
Di rûniştina beriya niha de hat xwestin ku Serokwezîrên berê Tansû Çîller û hevsera wê Ozer Çîller, Parlamenterê CHP'ê yê berê Fikri Saglar amade bibin. Di vê rûniştinê de dîsa hat xwestin ku Tansû Çîller û Mesût Yilmaz beşdarî rûniştinê bibin. Lê daxwazên bila Mesût Yilmaz û Tansû Çîller beşdar bibin hat redkirin. Heyetê xwest dîsa bang li Fîkrî Saglar bikin ku beşdarî rûniştinê. Piştî navberê doz taloqî 2'ê Sibata 2018'an hate kirin.