Di derbarê 12 HDP’yî û 3 CHP’yiyan de fezleke hate amadekirin
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ku girêdayî rejîma AKP’ê ye, bi daxwaza rakirina destlênedayînê di derbarê 12 HDP’yî û 3 CHP’yiyan de fezleke hate amadkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ku girêdayî rejîma AKP’ê ye, bi daxwaza rakirina destlênedayînê di derbarê 12 HDP’yî û 3 CHP’yiyan de fezleke hate amadkirin.
14 fezleyekên cuda yên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hatin amadekirin, ji bo şandina Meclîsê radestî Serokatiya Edaletê hate kirin.
Navên parlemeterên fezleke di derbarên wan de hatine amadkirin wiha ne: “Parlemeterên HDP’ê Ayhan Bîlgen, Ayşe Acar Başaran. Bedran Ozturk, Bedîa Ozgulçe Ertan, Feleknas Ûca, Fîlîz Kerestecîoglû, Kemal Bulbul, Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçîer, Nîmetûllah Erdogmûş, û Pervîn Bûldan . Ev hemû wekîl bi ‘endamtiya rêxistinê’ tên sûcdarkirin.
Axaftinên wekîlên HDP’ê yên di derbarên operasyona dagirkeriyê ya rejîma Erdogan a li ser Efrînê û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhaê ji aliyê dozger ve sûc hate nîşandan.
Parlemeterên CHP’ê Çetîn Osman Bûdak, Erdîn Bîrcan û Aykût Erdogdû jî bi sûcê ‘Heqaret li serokkomar kiriye’ fezleke hate amadekirin.