Di dema AKP’ê de taşerontî 4 qat zêde bû
Di dema AKP’ê de taşerontî 4 qat zêde bû
Di dema AKP’ê de taşerontî 4 qat zêde bû
Karkertiya bi taşeron ku şîrketên mezin wek amûra mijokdariyê mirovan bê sîgorta û bê tu ewlekariyeke wan a civakî hebe dixebitînin di dema AKP’ê de 4 qat zêde bû. Ev xusûsa ku jî alîyê Alîkarê Serokê Gîştî yê CHP’ê hat aşkerakirin û lî gorî jî daneyên sendîka û konferderasyonan kom kiriye; di sala 2002’an de hejmara karkerên ligel taşeronan dixebitin ku nêzî 387 hezar bûn di dema AKP’ê de 4 qat zêde bûye û gihiştiye 2 milyonan. Ji wan nêzî 1 milyon mirov ji aliyê dewletê ve di sektora gelemperiyê de kar dikin.
Umut Oran destnîşan kir ku karkertiya bi taşeronan mafên bingehîn ên karkeran tune dike û vediguherîne asta koletiyê. Oran di berdewama axaftina xwe de her wiha da xuyakirin ku armanca esasî ya pêşnumeya AKP’ê ya bi îdiaya wê şert û mercên karkeran bê başkirin aniye rojevê ev e ku mafên karkeran ên cîvakî û sendîkayî tune bike. Umut Oran bang li AKP’ê kir da ku li gorî peymana ILO nîzaman çêbike.