Di civîna AKP-PDK'ê ya Xabûrê de li ser çi hat axaftin?
Derket holê ku Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê yê Tirk Bulent Tufenkçî yê berî 3 rojan çû Deriyê Sînor ê Xabûrê, bi rayedarên PDK'yî re civîn pêk anî.
Derket holê ku Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê yê Tirk Bulent Tufenkçî yê berî 3 rojan çû Deriyê Sînor ê Xabûrê, bi rayedarên PDK'yî re civîn pêk anî.
Derket holê ku Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê yê Tirk Bulent Tufenkçî yê berî 3 rojan çû Deriyê Sînor ê Xabûrê, bi rayedarên PDK'yî re civîn pêk anî. Li gorî agahiyan di civînê de ji bo êrîşên qirkirinê, hîn bêhtir ji PDK'ê alîkarî hatiye xwestin. Her wiha hatiye xwestin ku PDK zextê li ajokarên Kurd ên piraniya wan ji bajarên hatine dorpêçkirin e, bike.
Piştî civînê, telefonên ajokaran hatin desteserkirin û çalakiyên protestoyî yên ajokaran hatin qedexekirin.
LI XABÛRÊ CIVÎNA PDK-AKP'Ê
Li Deriyê Sînor ê Xabûrê ku ji ber êrîşên qirkirinê 23 rojan girtî bû, beriya 3 rojan civînek hat lidarxistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, di civînê de Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî, Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû û 3 sîxurên dewleta Tirk ên li bajarê Zaxo wezîfedar in amade bûn. Li ser navê PDK'ê jî, tevî rêxistina îstîxbaratê ya weke Parastin tê binavkirin û 2 rayedarên PDK'yî amade bûn.
DI CIVÎNÊ DE LI SER ÇI HAT AXAFTIN?
Ji raya giştî re hatibû ragihandin mijara civînê vekirina Deriyê Sînor ê Xabûrê bû. Lê belê hat hînbûn ku mijara bingehîn a vê civînê êrîşên li hemberî bajarên Kurdistanê bû. Hat ragihandin ku di civînê de heyeta Tirk bendewariyên xwe ji PDK'ê re ragihandiye û xwestiye ku meş û çalakiyên protestoyî yên ajokarên li ser sînor ên ji bajarên Şirnexê qedexe bike.
Her wiha, li gorî agahiyên hatin wergirtin, tevî van astengiyên li pêşiya çalakiyên protestoyî di civînê de biryar hatiye dayîn ku avahiya MÎT'ê û sîxurên Tirk ên li Zaxoyê di asta herî bilind de werin parastin, destûr neyê dayîn dîmen û nûçeyên li ser derbasbûna yekîneyên leşkerî li nava Başûrê Kurdistanê werin weşandin.
Biryara destpêkê ya di vê civînê de hat wergirtin, di cih de ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hat bicihanîn. Di vê çarçoveyê de Asayîşa PDK'ê dest danîn ser telefonên ajokaran.