Di CHP’ê de îstîfa didomin

Di CHP’ê de îstîfa didomin

CHP’a Beyşehîrê diyar kirin ku, di partiya wan de ‘xeteke MHP’yî  bilind dibe’ û ji ber vê îstîfa dikin.

Serokê CHP’a navçeya Beyşehîra Konyayê Sînan Ozdemîr sedema  îstîfakirina xwe wiha got: “Di demên dawî de di nava CHP’ê de xeteke pir bi hêz ya ku MHP’yî bilind dibe.  Ji ber ku kesên netewperest yên mîkro di nava partiyê de di peywirên girîng de cih digirtin, bandora wan li ser îstîfaya me zêde bû.

Cîgira giştî ya CHP’ê Gulseren Onanç ku kanaleke televîzyonê de helwesta CHP’ê ya li hemberî pêvajoya çareseriyê rexne kir û got, kesên dibêjin me dengê xwe dane CHP’ê ji sedî 65 piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê jî di rojên borî de îstîfa kiribû.

Beriya Onanç jî serokê navçeya Solha a Çewlîkê , cîgir û endamên lijneya rêveberiyê û her wiha CHP’a Pirsûsê jî bi giştî îstîfa kiribû.

Ligel vê gotinên parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Bîrgul Ayman Guler yên wekê ‘Netewa kurd û a tirk ne wek heve’ jî rê liber îstîfayan vekiribû. Parlamenterê Semsurê Salîh Firat, rêxistina navçeya Karakopru a Rihayê û rêxistina navçeyên Wanê jî îstîfa kirin.