Di çareseriya pirsgsirêka kurd de tecrubeyên cuda tên nîqaşkirin

Di çareseriya pirsgsirêka kurd de tecrubeyên cuda tên nîqaşkirin

Konferansa ‘Di çareseriya pirsgirêka kurd de rola welatên ne alîgir’ ya ji aliyê Rêxistinên Ne Hikûmetê (ONG) û Koma Dostanî ya Kurdan a Parlmentoaya Swîsreyê organîze kiribû li Bernê li forma Menhun Yahudî dest pê kir. Parlmenterê Sinn Feinê  Conor Terence Murphy axivî û bal kişand ser girîngiya hesabpirsÎne di pêvajoya çareseriyê de. Murphy  got ku wê demê de hikûmeta Îngîlîstanê çareserî hedef nekiribû.

Konferans serê sibê bi resepsiyonekê dest pê kir. Hevserokê Koma Dostanî ya Kurdan a parlmentoya Swîsreyê Carlos Samaruga axaftina vekirinê kir.  Samarugga  da zanîn ku ev konferansên wisa dê wezareta Karê Derve ya Swîsreyê zêdetiri aktîf bike.

 Nûnerên Buroya Mafê Mirovan a Kurd jî diyar kir ku bi wesîleya vê konferansê ji gelek cihên cuda yên cîhanê mirov tên ba hev. Her wiha da zanîn ku wekê mînaka Nelson Mandela, şert û mercên pêşiya hevdîtinê dê roleke girîng di pêvajoya aştiyê de bilîze.

Nûnerê Buroya Kurd balkişand ser girîngiya pêkanîna konferansê  ya li Swêdê û got ji ber rola ne alîgir ya Swîsreyê  dê piştî konferansê derbixe holê ku Swîsere rolek çawa dilîze.

Piştî axaftinên vekirine panel dest pê kir. Mijara yekemîn ya panelê ; Di pirsgirêkên bi vî rengî de cerebandinên navnetewî yên çareseriyê’ bû.

 MURPHY: PÊVAJOYA AŞTIYÊ ALOZ DERBAS BÛ

 Parlamenterê Sînn Feîn Conor Terence Murphy wiha got: “Dîroka pirsgirêka Îrlandayê tê zanîn.  Di pêvajoya çareseriyê de hesabdayîna bi paşerojê re zehmet e. Ger mirov ji Îrlandayî bipirsin, dê  bêjin pirsgirêk bi dagirkirina Îngîlîzan dest pê kiriye. Me ji bo rizgariya xwe çi ji destê me hat kir. Em bûn hêzek. Hevdîtinan dest pê kir. Pêvajo tevlî hev derbas bû.

Bê guman xetereya herî mezin, dewlet û kom li dijî vê bûn. Divê van pêvajoya aştiyê parçe nekiriba. Me ewil di nava xwed e pêvajoyê nîqaşê jiya. Piştre li dijî hewldanên dezenformasyona Îngîlîstanê, me dest bi vegotina xwe kir.Niyeta Îngîlazan ne çareseriya rast bû. yên ku herî zêde piştgirî didan me Îrlandayên ku li dîasporayê bûn. Îrladayiyên li Amerîkayê diman Amerîka aktîf tevli pêvajoyê kirin. raya gitşî îkna kirin. Me şerê vê kir. Daxwaza me ya yekemîn berdana girtiyên bû. Me kampanya meşand.

 Mînak ÎRA nedixwest çekan teslimê Îngilîstanê bike.  Ji bo vê Fînladiya, Kaneda û Efrîkaya Başûr tevli pêvajoyê bû.  Ne tenê çekdanîna IRA divê leşkerên Îngîlîz jî  çareserî pêk bianiya.

Di encama pêvajoya aşatiyê de tenê çareserî di navbera dualiyan de pêk tê. Yên navbeynkdar piştgiriyê didin. Ji ber vê pêvajoya aştiyê pir ne hêsane.

MOSSA CEREBANDINA BAŞÛRÊ AFRÎKAYÊ VEGOT

Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa wih agot: “Di têkoşîna azadiya Afrîkayê de Mandela  tevgera gerîla ava kir û bi destê xwe meşand. Ji bo parastin û azadkirina gelê me ji bilî têkoşîna çekdarî tu rê nemabû. Hevdîtinên bi hikûmeta Efrîkaya Başûr re di 1985’an de dest pê kir.  Mandela xwest rêxistinên siyasî bên nasîn û surgunkirin paşve bê kişadin. Di  2’ê sibata1989’an de hevdîtinên Mandela erênî bû û îlana destpêkirina pêvajoyeke muzakereyê kir.

Madela 1990’î de hat berdan.  Hevdîtinên bi dewletê re domand. Di 1991’ê de ji bo makeqanûna nû pêşnûme amade kir. Di 1992’an de  hêzên nav dewletê li dijî hin kesan sûîqest pêk anî. Mandela ji maseyê vekişiya û hişyariya hêzên xwe xist bin kontrolê kir.

Me bi kurdan re heman pêvajo jiya. Li Parîsê rêhevalên me hatin qetilkirin. Li Efrîkaya Başûr nûnerekî me hat qetilkirin.  Di 94’an de yekemîn hilbijartinên demokratîk pêk hatin. Mandela bû serokwezîr.

GIESSMAN: JI BO AŞTIYÊ REÇETEYA AMADEKRÎ TUNE

Ji Weqfa Berghof  a Almanyayê Hans-Joachîm Gîessman jî wiha got: “Saziya me bi diyalog û navbeynkariyê piştgiriyê dide. Dema vê dike jî beyî ku reçeteyê pêşkêş bike her cureyê hawira ku xwe azad îfade bike, amade dike. Gelek saziyên wek me pêvajoya muzakereyê ava dike.  Dema yek bipirse saziya te çi dike; ez dikarim bêjim ku  ji bo ku her kes xwe azad îfade bike hawirê amade dike. Di vê noqteyê de çar cureyê diyologê heye.  Yek ji jor tê kirin, ya duyemîn bi rêxistinên derveyê hikûmetê, ya sêyemÎn bi akademîsyenan re runiştin û plankirina diyalogê û ya çaremîn jî plansaziyeke hevparbûna civakê û hêzan e.

Ji bo ku hemû aliyê civakê van rêbazan bi kar bînin divê zemîn bê avakirin. Tenê diyalog û muzereke destpêkirina wan têr nake. Divê mirov baweriyê bidin.  Bi paşerojê re hesabpirsîn gelek girîng e.  Di pêvajoya diyalogê de nêrîna beşdaran girtin gelek girîng e.”

Konferans piştî nîvro bi  panelên weke ‘Di çareseriya pirsgisrêka kurd de rola Swîsreyê’, ‘ Di çarseriya pirsgirêka kurd de stratejiya çareseriyê’, ‘Di çaresreiya pirsgirêkê de rola Ocalan’ dê bidomin.