Di çalakiyên Pêncşema Reş de li dijî nîqaşên 'destnedayînê' bertek

Di çalakiyên Pêncşema Reş de li dijî nîqaşên 'destnedayînê' bertek

Li Wêranşar, Pirsus, Qoser, Dêrîk, Amed, Wan û Qelqeliyê çalakiyên Pêncşema Reş li dar xistin û di çalakiyan de li dijî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Erdogan ên têkildarî rakirina mafê destnedayînê û pişt re fezelek şandin meclîsê bertek hatin nîşandan.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê çalakiya Pêncşema Reş li ber avahiya şaredariyê hate li dar xistin. Rêveberên BDP'ê yên Wêranşarê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek xebatkarên şaredariyê tevlî çalakiyê bûn. Endama Meclîsa Şaredariyê Ayşe Surucu diyar kir ku, zêdehî 3 salin hevalên wan bi awayekî bêhiqûqî girtîne û xwest ku demildest hevalên wan serbest bên berdan.

Surucu anî ziman ku, operasyonên bi navê "KCK'ê" hêj berdewam dikin. Surucu bertek nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Erdogan ên têkildarî rakirin mafê destnedayîna wekîlên BDP'ê da û wiha got: "Daxuyaniyên serokwezîr ji bilî reşê hêj aloz bike kêrî tu karên din nayê. Dixwaze BDP'ê bêhêz bike û pirsgirêkê çareser neke."

PIRSUS

Li navçeya Pirsusê ya Rihayê bi heman armancê li ber şaredariyê çalakî li dar xist. Endamên BDP'ê, xebatkarên şaredariyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê Genel-Îş'ê yê Pirsusê Bekîr Koştu daxuyanî xwend û diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêçka Kurde û ev yekê bi dawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê careke din derketiye holê. Demîr bertek nîşanî fezlekeyên derbarê wekîlên BDP'ê de şandin meclîsê da.

QOSER

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li ber şaredariyê çalakiya 146'emîn pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Zeyat Agaoglu, rêveberên BDP'ê yê Qoserê, Wekîlê Şaredarê Qoserê Haşîm Baday û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevlî çalakiyê bûn.

Serokê Şaxa Genel-Îş'ê yê Rihayê Sadik Demîr daxuyanî xwend û diyar kir ku, heta girtiyên siyasî serbest tên berdan dê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: "Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP'ê ya faşîst vê hefteyê jî li Wan, Mêrsîn û Îdirê berdewam kirin û zêdehî 80 hevalên me hatin binçavkirin û bi dehan hevalên me hatin girtin." Demîr anî ziman ku, fezlekeyên derbarên wekîlên BDP'ê de hatin amadekirin gefên Serokwezîr Erdogan in û divê Erdogan ji Serokwezîra berê Tansu Çîller ders bigire. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

DÊRÎK

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê ji bi heman armancê çalakî pêk hat. Rêveberên BDP'ê, Wekîlê Şaredara Dêrîkê Dogan Ozbahçecî û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûnî Di çalakiyê de pankrata "Vîna me rûmeta me ye, rûmata me hincata jiyana me ye" vekirin û pankratên Şaredara Dêrîkê Çaglar Demîrel hatin hilgirtin. Endamê Meclîsa Şaredariyê Mehdî Kiran bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn pêk tên û wiha got: "Gelê Kurd ji gelên Rojhilata Navîn ên herî kevnarin. Lê ligel vê yekê hêj tu statuya wî ya siyasî tuneye û her tim rastî komkujiyan hatin." Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

PEYAS

Li naçveya Peyasê ya Amedê ji bi heman armancê çalakî pêk hat. Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Wekîlê Şaredarê Peyasê Fevzî Yetkîn, Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Edîp Yaşar, Serokê Bel-Çad'ê Kadrî Gulmez, Nûnerê Herêmê yê ÎHD'ê Şevket Akdemîr, Serokê Şaxa Tum Bel-Sen'ê yê Amedê Medenî Alpkaya, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Serokê Bel-Çad'ê Kadrî Gulmez di çalakiyê de axivî û wiha got: "Pereyê ji şer re tê cudakirin dê gelek pirsgirêkên welat çareser bike. Fezlekeyên wekîlan ên şandin meclîsê li hemberî hêviyên aştiyê darbeyeke. Kesên li Qilabanê 34 welatî qetilkirin hêj nehatine darizandin."

Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk jî diyar kir ku, 146 heftene ji bo şermezarkirina zextên li ser kurdan li virin û wiha got: "Ji ber vê yekê hemû hevalên me yên li girtîgehan xwedî li ziman û rûmeta xwe derketin em silavên xwe jê re dişînin. Min du darbeyên leşkerî dîtin lê pêkanînên hikûmeta AKP'ê ji darbeyan girantirin. Piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi dawîbûn ji bo muzakerayan rewşekî guncaw çêbûn lê bi rakirina mafê destnedayînê hêvî kêmbûn. Lê divê hikûmeta AKP'ê bila vê yekê baş bizane. Bi gefa rakirina mafê destnedayînê û hemû girtinan ev gel teslîm nayê girtin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

WAN

Li Wanê bi heman armancê çalakî pêk hat. Girseya li ber şaredariyê hate cem hev girtin şermezar kirin. ÎHD, BDP û KESK'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Rêveberê Tum Bel-Sen'ê Vural Ayturk daxuyanî xwend û girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û siyasetmedarên din şermezar kir.

Ayturk xwest ku siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan. Ayturk anî ziman ku, rewşa guncaw a piştî çalakiyên greva birçîbûnê çêbû bi operasyonan hate şikandin û wiha got: "Em li vir çareke din bang li hikûmeta AKP'ê dikin. Riya bawerî û aramiyê tundî, asîmîlasyon û zext nîne. Rûmetê nîşanî mafên mirovan bê dayîne. Divê gelê Wanê hemû li hemberî pêkanînên bê rêgez derbikevin."

Sekreterê Rêxistinbûna Navenda Giştî ya Tum Bel-Sen'ê Sati Çali jî diyar kir ku, li hemberî Şaredariya Wanê ya piştî erdhejê dest bi seferberiya xizmetê kir zext zêdebûn û şaredar hate girtin. Çali da zanîn ku, ev yek li hemberî vîna gel êrîşeke.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

QELQELÎ

Li navçeya Qelqelî ya Wanê jî bi heman armancê çalakiya bêdengiyê pêk hat. Wekîlê Şaredarê Qelqeliyê M. Salîh Gazîogullari, rêveberên BDP'ê, endamên Meclîsa Şaredariyê û xebatkarên şaredariyê tevlî çalakiyê bûn.