Di çalakiyên li Heleb û Gûtayê de herî kêm 83 kes mirin

Li gorî îdîaya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) a navenda wê li Londonê ye, ji roja Çarşemê û vir ve di şerê li bakurê Helebê de bi qasî 70 kes mirin e.

Di bomberdûmana li Gûtayê de 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin, bi qasî 30 ji kesên li bakurê Helebê mirin e leşkerên rejîmê yan jî milîsên alîgirê rejîmê ne. Tê gotin, yênd in jî ji komên 'mûxalîf' in. 

Şer bi giranî li herêma Melahê ya li ser rêya navenda Helebê ye, qewimî.

Li gorî malpera nûçeyan El Masdar News (AMN) a nêzî rejîmê ye, operasyona artêşa Sûriyeyê ya ji bo kontrolkirina Melahê bi temamî bi ser neketiye. Malperê da zanîn, yekîneyên artêşê xwe ji çîftlîkên li dora Melahê vekişandine.

Komên çete yên li bakurê Helebê li hemberî yekîneyên artêşê şer dikin, tevî ku weke 'mûxalîf' tên binavkirin jî komên çete El Nûsra ya ser bi El Qaîde û Ehrar El Şam in.

Li aliyê din, hat ragihandin, di bomberdûmana li Gûta ya li rojhilatê Şamê de herî kêm 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Tê texmînkirin, di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de ji sala 2011'an û vir ve herî kêm 280 hezar kes mirin e.