BI DÎMEN

Di çalakiyên 8’ê Adarê de yên li derveyî welat banga ‘NA’

Di çalakiyên 8’ê Adarê de yên li derveyî welat ji bo referandûmê ku dîktatorî wê were dengdan banga ‘NA’ hate kirin. Jinan bal kişandin ser giringiya Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd a li ser mijara azadiya jinê.

Di çalakiyên 8’ê Adarê de yên li derveyî welat ji bo referandûmê ku dîktatorî wê were dengdan banga ‘NA’ hate kirin. Jinan bal kişandin ser giringiya Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd a li ser mijara azadiya jinê.

ESSEN

Li Esendê Komîsyona Jinan a Meclîsa Camî ji ber 8’ê Adarê taştê da û semînerek li dar xist. Di semînerê de li ser mijara giringiya jinan a di îslamê de û peywira dîrokî û rewşa jinê a dîrokî gotebêjî hate kirin. Di çalakiyê de li dijî zilamê feodal paşverû giringiya YJA-STAR’ê hate destnîşankirin û hate gotin jin bi gotina ‘NA’yê wê nîşan bidin bê ka çendî xurt in.

BOCHUM

Li Bochûmê ji hêla Meclîsa Jinan a Mêrdînê Şehîd Axîn ve semîner û sînevîzyonek hate dayin. Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di di sinevîzyonê de hate dayin.

GELSENKÎRCHEN

Li Gelsenkîrchenê jin li taştê û semînerê hatin cem hev û 8’ê Adarê pîroz kirin. Di çalakiyê de ku li Komeleya Alternatîf hate pêkanîn, hate gotin ku divê jin di sîstema kapîtalîst de li ser piyan bimîne û her wiha mijara rastiya jinê ya li Kurdistanê hate nîqaşkirin.

Jinan diyar kirin ku di referandûmê de ew ê bibêjin, ‘na’ û hate gotin, ‘’ji bo jiyana jinê, siberoj û azadiya wê kesên ku li Ewropayê dijîn divê bibêjin, Na.

DORTMÛND

Li Darkme Dortmûnd a Elmanya bernameya 8’ê Adarê hate lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtin3e li ser giringî û wateya 8’ê Adarê hate axaftin. Piştî muzîkê parî hatin parvkirin.

Li Helîlbronn a Elmanya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê Demîr 8’ê Adarê bi civîneke hate pîrozkirin.

Pîrozbahî ji hêla rêveberiya Mizgefeta Şêx Seîd ve bi taşteyekê dest pê kir.

Nûnera TJA’yê Delal Rûber got têkoşîna azadiya jinê ya ku bi pêşengiya Ocalan dest pê kirî xwe ispat kiriye. Rûber bang kir ku di referandûmê de ji bo dijminên jinan ‘na’ were gotin. Di bernameyê de ji axaftinên Ocalan sînevîsyonek hate nîşandan.

HELSÎNGBORG

L Helsîngborg a Swêdê jinên Kurdistanî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 8’ê Adarê pîroz kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku 8’ê Adarê ji bo jinên dinyayê û bi taybetî ji bo jinên Kurd girîng e. Danezana Hevserokatiya KCK’ê ya bi mijara 8’ê Adarê hate xwendin. Jinan gotin guherîna destûrê ya bi hevkariya AK-MHP’ê di rastiyê de Tevgera Azadiya Kurd û jin ji xwe re kirine hedef û ji bo ku dîktatoriya yekzilamî were rawestîn, beriya dengdana 8-9’ê Nîsanê ya referandûmê ya li Swêdê biryar hate dayin ku xebat werin xurtkirin. Dovîzên ‘na’ bi zimanên cihê hatin hilgirtin.
Piştî muzîka Koma Kobanê şanoyeke bi mijara jinê hate lîstin.

VIYANA

Li paytexta Avûstûryayê Viyanayê bi tevlêbûna bi hezaran jinî 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Di meşê de komeleya Jina Kurd Avesta jî hazir bû.

Di meşê de ku bi tevlêbûna bi dehan komeleyî pêk hat pankartên Sakîne, Fîdan, Leyla hatin vekirin.

Jinên Kurd bal kişandin ser berxwedana jinên Kurd ên li Kurdistanê, diyar kirin ku ev ji dinyayê re bûye mînak û hate gotin, ‘’Pitşî têkoşîna Arîn, Sakîne, Bêrîtan û Zîlanan û bi hezaran şehîdên me hemû dinyayê jinên Kurd nas kirin.’’
Li bajarê Lînzê, Avûstûryaya Jorîn 8 rêxistinên jinê bi navê Platforma Fenîsmûs Kraval hatin cem hev û 8’ê Adarê pîroz kirin. Di çalakiyê de daxwaz hatin vegotin.

Jinên Kurd ên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin hatin slavkirin û banga têkoşîna hevpar hate kirin.

ADIGEY

Çalakiya li Adigeyê ji aliyê Organîzayona Jinên Kurd-Bêrîtan ve hat organîzekirin û ji gelek herêmên derdora Adigeyê jin tevlî bûn. Çalakiya li kafeya Zolotaya Korona bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê Xatûn Mamedove axivî.Mamedove da xuyakirin, jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya li Rojhilata Navîn re bûne îlham û çavkaniya hêviyê ji hemû jinên li cîhanê re.Mamedove diyar kir, divê ew têkoşîna xwe mezintir bikin û xwedî li bîranîna Sakîneyan, Bêrîtanan, Zîlanan û hemû jinên ji bo azadiyê şehîd bûne, derkevin.Di dewama axaftina xwe de Mamedove êrîşa çeteyên PDK û AKP'ê ya li Şengalê şermezar kir û li dijî vê hevkariyê bang li jinan kir, ku piştgiriya xwe ya bi jinên Şengalê re xurtir bikin.Piştî axaftinan Aynûr Babayeva, Koma Sêbira û Barî Yûsûbov derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.

TAMBOV

Çalakiya li Tambovê jî, ku ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Tambovê ve hat organîzekirin, bi beşdariya hejmareke zêde ya jinan pêk hat. Çalakî li Navenda Çanda Kurd hate lidarxistin û êrîşa çeteyên PDK-AKP a li Şengalê hat şermezarkirin.Medya Botan li vê derê li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Tambovê axivî û got, "AKP ji bo destketiyên gelê Kurd têk bibe, qanûnên navneteweyî binpê dike. Mixabin PDK jî dibe şirîkê vê. Bi êrîşa xwe ya 3'ê Adarê li Xanesorê û Sinûnê re PDK bû sedema şehîdbûna şervanên YBŞ û YJŞ'ê. Girîng e gelê Kurd li her devera lê ye, li ber van çeteyan rabe. Şengal a Êzidiyan e û der heqê Şengalê de tenê Êzidî dikare biryarê bide."Botan da xuyakirin, ku bi wesîleya 8'ê Adarê ew ê têkoşîna xwe bi têkoşîna jinên li Şengalê re mezin bikin û pêşî li komployên li hemberî Şengalê bigirin.