Di çalakiya li Amsterdamê de bang li YE'yê hate kirin
Li paytext Hollanda Amserdamê, çalakiya ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê, di roja 3. de ye. Di çalakiyê de bang li Yekîkitiya Ewropa hate kirin.
Li paytext Hollanda Amserdamê, çalakiya ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê, di roja 3. de ye. Di çalakiyê de bang li Yekîkitiya Ewropa hate kirin.
Li paytexa Hollanda Amsterdamê çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermrezarkirina komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, di roja 3. de ye.
Di daxuyanî û belevokên li çalakiyê de bang li Yekîtiya Ewropa (YE) hate kirin û wiha hate gotin: "Nebe şirîkê binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê; hemû peymanên ku bi Tirkiyeyê re hatine kirin bila betal bibin; ji bo Tirkiye gavên demokratîk bavêje bila YE gavan bavêje."
Di çalakiyê de hate xwestin, tecrîda li ser Ocalan rabe û êrîşên komkuj ên li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Her wiha belavokên bi zimanên Îngilîzî û Hollandî hatin xwendin û wêneyên Hûrşît Kulter û şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin rakirin.
Helbestvan Mehmet Çetîn jî berxwedana 14’ê Tîrmehê nirxand.
Çalakî wê roja Duşemê saet di 14:00 de li Amsterdamê bi bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê wê biqede.