Di çalakiya greva birçîbûnê ya Wîesbadenê provokasyonên DAIŞ’yiyan
Di çalakiya greva birçîbûnê ya Wîesbadenê provokasyonên DAIŞ’yiyan
Di çalakiya greva birçîbûnê ya Wîesbadenê provokasyonên DAIŞ’yiyan
Di çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û bal bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ li bajarê Elmanya Wîesbaden hat destpêkirin, alîgirên DAIŞ û faşîstên Tirk xwestin provokasyonê pêk bînin.
Alîgirên DAIŞ û faşîstên Tirk xwestin li hemberî çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Wîesbandenê bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê û balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ destpê kiriye provokasyonê li dar bixin. Bi taybet dema duh êrîşên ser Kobanê zêdebûn de alîgirên DAIŞ û faşîstên Tirk li pey hewldanên provokasyonan e. Faşîstên Tirk û alîgirên DAIŞ ên li ser hev girseya ji roja yekem de di çalakiya greva birçîbûnê de ne rehetsiz dikin, ev nêzîkatiyên wan ji polîsan re hatin gotin. Lê polîsên Elman heya niha hewldaneke cidî ya pêşîgirtina vê nekirine.
Têkildarî provokasyonên alîgirên DAIŞ û faşîstên Tirk endama komîteya amadekar a greva birçîbûnê Dîlan Amed ku agahî dan ANF’ê, wiha got: “Weke Kurdistaniyên li Darmstdat, Frankfurt, Gîessen, Saarbrucken, Mannheîm, Nurnberg û li derdorê dijîn konê berxwedanê yê me li Wîesbanden vekiriye alîgirên DAIŞ dixwazin provokasyonan pêk bînin.”
Amed got ku bi taybet ku duh êrîşên Ii hemberî Kobanê zêde bûn DAIŞ'î û faşîstên Tirk ji bo çekirina provokasyonan hatin û diyar kir wan bi polîsan re hevdîtin çêkiriye lê polîsan di vê mijarê de ti hewldanek nekirine.
Amed ji bo greva birçîbûnê ya bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê li dar xistine Kurdistaniyên li bajarên Elmanya Darmstdadt, Frankfurt, Gîessen, Saarbrucken, Mannheîm û Nurnberg dijîn jî dawet kirin û banga tevlîbûna bi hêz a ji bo meşa roja Şemiyê li ber Frankfurt HBF’ê destpê bike jî kir.