Di bazara li ser DAIŞ a Washîngton-Enqere de encam derneket

Di bazara li ser DAIŞ a Washîngton-Enqere de encam derneket

Di bazara DAIŞ a di navbera Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan de ti encam derneket. Kerry got: “Rola Tirkiye bilîze wê paşê zelal bibe.”

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry ji bo di koalîsyona dijî DAIŞ de rola Tirkiyê zelal bike hat Enqere û bi Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan re rûnişt. Hevdîtina li Koşka Çankaya ya ji çapemeniyê re girtî du saet û nîvan dewam kir, di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat gotin: “Tirkiye û DYA li hemberî tevahî rêxistinên terorê yên li herêmê mîna heta îro, wê ji niha pê ve jî têkoşîna hevpar bidomînin.”

Lê bele di nirxandina Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry a têkildarî hevdîtinê de derket holê ku encama dihat xwestin nehatiye bidestxistin. Kerry di nirxandina xwe ya piştî hevdîtinê de got: “Wê DYA û Tirkiye di mijarên herêmê de bi awayekî hevpar têbikoşin, lê belê rola Tirkiyeyê wê paşê zelal bibe.”