Di 5 mehan de herî kêm 730 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Meclisa Ewlehiya Tenduristiya Kar û Karkeran (ÎSÎG) diyar kir li Tirkiyeyê d 5 mehên dawîn de herî kêm 730 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Meclisa Ewlehiya Tenduristiya Kar û Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a 5 mehên ewil ên sala 2023’yan weşand. Li gorî raporê di meha Gulanê de herî kêm 145 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di 5 mehan de jî herî kêm 730 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 

Li gorî mehên sala 2023’yan; di meha Çileyê de herî kêm 120 karkeran, di meha Sibatê de 213 karkeran, di meha Adarê de 130 karkeran, di meha Nîsanê de 122 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di heyama desthilatdariya AKP’ê de jî herî kêm 31 hezar û 276 karkeran di cînayetên kar de canê xwe ji dest dane.