Çeteyên DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî bajarê Şengalê yê Başûrê Kurdistanê kirin û bi hezaran jin, zarok, mirovên sivîl qetil kirin. Bi hezaran jinên Êzidî jî êsîr ketin destê çeteyan, lewma komkujiya li Şengalê weke yek ji hovîtiya herî mezin a dîroka nêz a mirovahiyê tê dîtin.
Di salvegera pêncan a êrîşên qirkirinê de 3'ê Tebaxê weke 'roja çalakiyan a li dijî jinesîdê' hate ragihand. Wê di 3'ê Tebaxê de li gelek bajarên Elmanyayê çalakî pêk werin.
Çalakî wê ji bo jinên li Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin û revandin di 3'ê Tebaxê saet 11:00 de li gelemperiya dinyayê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê bike.
Di çalakiyan de bi taybetî wê trajediya jinên Êzidî bên bi bîrxistin û daxwaza bidawîbûna kuştina jinan bê kirin.
Di 3 û 4'ê Tebaxê de wê çalakî pêk werin.