'Di 1915’an de 1,5 mîlyon Ermenî, 500 hezar Suryanî hatin qetilkirin'
Papazê Suryanî Samûel diyar kir ku divê Tirkiye qirkirinê qebûl bike û bang kir, ku mafên wan ji wan re bên dayîn.
Papazê Suryanî Samûel diyar kir ku divê Tirkiye qirkirinê qebûl bike û bang kir, ku mafên wan ji wan re bên dayîn.
Papazê Suryanî Samûel Gumuş diyar kir ku di qirkirina 1915’an de bi giştî 1.5 mîlyon Ermenî, 500 hezar Suryanî û Xiristiyan hatine qetilkirin. Papaz diyar kir ku divê Tirkiye qirkirinê qebûl bike û bang kir, ku mafên wan ji wan re bên dayîn.
Împaratoriya Osmaniyan di 1915’an de li hemberî kesên ne Misilman qirkirinek pêk anîn. Di ser qirkirinê de tevî ku 100 sal derbas bûye jî Tirkiyeyê qirkirin qebûl nekiriye. Papazê dêra Suryanî ya Nord Rhein Westfalen (NRW) Ruhrgebiet a Elmanyayê Samuel Gumuş, diyar kir ku Seyfoya (qirkirina) li Suryaniyan hatiye kirin nehatiye rojevê û ev jî girêdayê bêxwedîbûna me ye. Gumuş got divê Tirkiye qirkirina 100 sal berê hatiye kirin qebûl bike û mafên gelên Suryanî-Keldanî, Asurî bide. Gumuş pirsên ANF’ê yên têkildarî Seyfo û pêşeroja Suryaniyan de nirxand.
MIROVAHÎ Û DEMOKRASÎ JI VAN XAKAN BELAV BÛ
Gumuş da zanîn ku li Rojhilata Navîn di tevayî dîrokê de li dijî gelê me û xiristiyanan qirkirinên mezin hatine jiyîn û got: “ Seyfo jî parçeyek vê ye. Mixabin komkujî îro jî didome. Lê tevî van, em dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Ji ber ola me vê emr dike.
Mirovahî, demokrasî û xweşbînî ji van xakan li cîhanê belav bû. Kurd, Ermenî, Suryanî, Ereb û gelên din bi hev re jiyan. Lê di sedsala dawî de ev xak ji bo me bû kabûs. Em rastî komkujiyan hatin. Yek ji van komkujiyên herî mezin Seyfo bû. Îro sala 100. tijî kir. Hîna cîhanê Seyfo nas nekiribû, li Rojhilata Navîn Seyfoya duyem li ser gelê me pêk tê. Tevî van komkujî û zextan Mesihiyên li Mûsilê dijiyan bi komî vala nekiribûn. Di 10’ê Hezîranê de bi sed hezaran Asûrî, Suryanî û Xiristiyanan bajar vala kirin. Hemû hebûn û dîroka xwe hiştin. Îro di konan de dijîn. Ev şerma mezin a dîrokê ye.”
Gumuş da zanîn ku li gorî belgeyên di destê wan de di qirkirina 1915’an de 2 mîlyon mirov hatine qetilkirin û ji van 1.5 mîlyon Ermenî, 500 hezar jî Suryanî û Xiristiyan bûne. Gumuş wiha got: “Ji van gelan ji sedî 90 tine bûn. Yên man jî koçî her çar aliyê cîhanê kirin. Îro bajar û welatê ku Suryanî lê belav nebûne, tine. Ev jî bi kurtasî dîroka me vedibêje. Gelê me bi tinebûnê re rû bi rû ma. Zarokên me ji çanda xwe dûr ketin. Zimanê xwe ji bîr kirin. Hêviya me ev e ku Seyfo bê qebûlkirin û vegerin ser xaka xwe. Komkujiya li ser Yahûdiyan ji aliyê Elmanyayê ve hat qebûlkirin. Di arenaya navneteweyî de hat naskirin. Lê qirkirina li ser me tevî 100 sal di serde derbas bûye jî hîna tê înkarkirin. Ji ber ku em bêxwedî û kesekî me tinebû. Ji ber vê qirkirina îro mezintir e. Ji ber vê demê teknolojî pêş neketibû. Cîhan wek qutiyek girtî bû. Îro tevî evqas pêşketina teknolojiyê li ser me komkujiyek heye û cîhan vê temaşe dike.
Suryanî li her çar aliyê cîhanê belav bûn. Em di dîrokê de bi gelek komkujiyan re rû bi rû man. Lê koçberiya li her çar aliyê cîhanê hat kirin, komkujiya herî mezin e. Ev komkujî pirsgirêka me tîne. Ciwan ji çand çand, ziman û baweriya xwe dur dikevin. Ger di pêşerojê de em venegerin xaka bavan wê ev çanda qedîm wenda bibe.”
ÎRO HÊVIYA ME ZÊDE YE
Gumuş di berdewamiya axaftin xwe de da zanîn ku di nenaskirina Seyfo de bêguman kêmasiyên gel hene û wiha pê de çû: “Lê divê em vê jî bînin ziman. Derfetên me jî tinebûn. Cihên ku em jê hatin, azadiya rêxistibûn û axaftinê tinebû. Îro li Tirkiyeyê hîna Suryaniyek ne memurê dewletê ye û ne jî di saziyek dewletê de cih digire. Îro ji HDP’ê nebûya, ne Erol Dora dibû parlamenter û ne jî Februniye Akyol dibû hevşaredar. Ev ji bo gelê Suryanî şoreşeke. Ji ber vê me wek gel li cîhanê tiştek nekir. Îro em bi hêvî ne ku wê Seyfo di qada navneteweyî de bê nasîn.”
EM HER SAL QIRKIRINÊ PROTESTO DIKIN
Gumuş da xuyakirin ku ji bo şermezarkirina Seyfo her sal çalakiyên protestoyî pêk tînin û got: “Îsal jî bi munasebeta 100. komkujiyê wê li her derê cîhanê çalakî pêk bên. Biryareke wisa ya dêr û saziyan heye. Daxwaza me ev e ku qirkirin bê qebûlkirin û mafê me bên dayîn. Divê ewlehiya me hebe. Ne tenê em hemû kêmar. Îro birayên me yên Êzidî rastî qirkirinê hatin. Em vê qebûl nakin, lanet dikin.
Dewleta Ermeniyan heye. Rêxistibûnek wan ya cidî heye. Li Amerîka, Fransa û welatên cuda lobiyên wan yên cuda hene. Ji me rêxistinkirî ne. Rewşa me gelek cudaye. Em parçe parçe ne. Şert û mercên me yên ku em rabin ser piyan tine. Gelê me her tim di bin zextan de bû. Ti carî derfet nedît. Ev 20 salê dawî bi belavbûna li cîhanê re rêxistibûnek qezenc kir.”
Gumuş bal kişand ser têkoşîna Kurd û Suryaniyan a li dijî DAIŞ’ê û got: “Li herêmê wê demê 4 mîlyon Xiristiyan dijiyan. Ger Kurd nehatibana lîstikê wê komkujiya 1915’an pêk nehatiba. Lê divê em vê bêjin. Hemû Kurd neketin nava lîstikê. Gele Kurd, Suryanî û Ermenî xilas kirin. Li herêmê kesekî bi navê Şêx Fetullah hebû. Heta Suryanî hebin wê navî vî şexsî vebêjin. Ji ber komkujiya li ser bi hezaran da sekinandin. Gelek malbatên Kurd di vir de rola xwe lîstin. Îro li Rojava têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê meşandin, erênî ye. Ev ji bo jiyana azad û demokratîk a gelan girîng e. Her kes têkoşîna vê dide. Aştî û biratî ancax wê demê mimkun e.”
Gumuş di dawiya axaftina xwe de got: “Di şert û mercên îro de pêkanîna daxwazên me ne mimkun e. Hinek mirovên me vegeriyan. Lê hîna bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Ji bo dawî li van bê dayîn divê demokrasî hebe. Em dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn. Em dixwazin mafê me bikin bin destûra bingehîn.
Di 22’ê Nîsana 2013’an de du papazên Suryanî Mor Gregorios Îbrahîm û Mor Boulos Yazîgî hatin revandin. Me agahiyên baş negirtin. Lê me agahî girt ku her du dijîn. Daxwaza me ev e ku hemû alî ji bo me bibin alîkar.”