DGH û DGKH’ê li 12 bajaran zêdetirî 20 çalakî li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Koordînasyona Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH)  ragihand ku meha Tebax û Îlonê zêdetirî 20 çalakî li dar xistine û bi dehan kesên ku bi dewletê re dixebitin û kontra ceza kirine.

DGH û DGKH’ê ragihand ku li Stenbol, Manîsa, Enqere û gelek bajarên din çalakî li dar xistine. Herdu tevgeran daxuyaniyeke nivîskî weşand û bîlançoya meha Tebax û Îlonê eşkere kir.

‘KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN TÊKILIYA WAN BI ME RE NÎNE’

DGH û DGKH’ê nûçeyên dewleta Tirk ku 15’ê îlonê li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê 16 endamên wan girtîne derewand û wiha got; “Di dema serdegirtinê de ciwanên hatine destgîrkirin ciwanên gelê herêmê ne. Tu têkili û girêdana ciwanan bi me re nîne. Hemû hevalên me li ser peywîra xwe ne.”

Herdu tevgeran diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome û komkujiyên li ser gelê Kurd dewam bike ‘wê bi mîslî hesabê bipirsin’ û wiha domand; “bi şîara ‘PKK wê bihêle sibê lê nahêle li ba we’ em ê tola xwe hilînin.”

Di daxuyaniyê de têkildarî 20 çalakiyan ev agahî hate parve kirin;

-Di 16’ê Tebaxê de li Stenbolê li Umraniyê minîbusek hate şewitandin

-Di 30’ê Tebaxê de li Başakşehîrê fabrîqeyekî ya goran hate şewitandin, li Tûzlayê jî fabrîqeyekî ya veguherinê hate şewitandin.

-Di 5’ê Îlonê de li Beylîkduzu yê avahiya bodrûmê ya hilberina Etîketa Malpera Sanayî a Mermeran a 6 qat hate şewitandin.

- Li Gungorê 17 wesayît hatin şewitandin.

- Roja 6’ê Îlonê li Sûltanbeyliyê fabrîqeya mobîlya a bin mizgeftekê ve hate şewitandin.

- Di 12’ê Îlonê de li Bahçelîevlerê depoyeke kaxezan hate şewitandin.

- Di 14’ê Îlonê de li Bayrampaşayê fabrîqeyeke ya goreyan hate şewitandin.

-Di 24’ê Îlonê de li Esenyûrtê qeta bodrûmê ya avahiya 3 qat ku  klîmayên wesayîtan çêdikr hate şewitandin.

- Di 25’ê Îlonê de li Sûltangaziyê 2 wesayît hate şewitandin.

- Di 26’ê Îlonê de li taxa Tepe Oren a Tûzlayê Fabrîqeya Au ya li herêma sanayiya organîze hate şewitandin.

- Di 27’ê Îlonê de li Fatîhê atolyeya mobîlya hate şewitandin.

Ji derveyî Stenbolê li bajarên ku çalakî lê hatine kirin wiha ne;

-Di 25’ê Tebaxê de li Konyayê fabrîqeyeykî ya malpera Mar-San Sanayî hate şewitandin. 9 avahiyên kar zirar dîtin.

- Di 1’ê Îlonê  de li Bûrdûrê 2 wesayîtên hevkarên dewletê hatin şewitandin.

-Di 2’ê Îlonê de li Denîzliyê kesekî ku bi dagirkeran de dixebite, depoya wî ya nakliyeyê hate şewitandin.

- Di 11’ê Îlonê de li navçeya Kahraman Kazan a Enqereyê fabrîkaya derî û paceyan hate şewitandin.

-Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê fabrîkaya paletên darîn hate şewitandin.

-Li Edeneyê wesayîta kontrayekî hate şewitandin.

-Di 16’ê Îlonê de li navçeya Orta Hîsar a Trabzonê wesayîta kesekî kontra, molotof hate avêtin.

-Di 17’ê Îlonê de li navçeya Dûlkadîroglû ya Gurgumê fabrîkayeke tekstîlê hate şewitandin.

-Di 22’ê Îlonê de li navçeya Baglar a Amedê bi çekên lûledirêj li dijî wesayîta Akrep çalakî hate lidarxistin.

-Di 23’ê Îlonê de li navçeya Germencîk a Aydinê li Herêma Sanayiya Organîze fabrîkeyek hate şewitandin.

-Di 28’ê Îlonê de li taxa Înonû ya Erzinganê îstasyona radyolînkê ya 28 metre hate şewitandin."